Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em 78emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin
.
Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bi minasebeta 78emîn salvegera damezrandina PDKyê (Partîya Demokrat a Kurdistanê) peyamek belav kir.
Peyama Mustafa Ozçelîk wiha ye;
Em 78emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin
PDK di 16yê Tebaxa 1946ê de hate ava kirin û îro 78emîn salvegera damezrandina PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) ye.
Gava ku em behsa PDKyê dikin, di eslê xwe de em behsa organîzasyoneke zindî, berdewam, têkoşer dikin. PDK bi ketin û rabûnên xwe, bêyî westan, bi sebir, bi hişmendîyeke netewî heta îro hatîye.
PDK, berdewamî û beşeke têkoşîna azadîya Kurdistanê ya 200 salî ye.
PDK, di avakirin û hûnandin û pêşedebirina hişmendî, hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî ya Kurdistanî de hîmeke esasî ye.
PDK aktorê Peymana Otonomîyê ya 1970yî ye.
Dewleta Federe ya li Başûrê Kurdistanê ku îro rûmeta me hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.
PDK yek ji damezranerên esasî yê vê destkeftina neteweyî, niştimanî ye.
PDK, hurmetkar û bar hilgirekî wê Alaya Pîroz ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû ye.
Xebata PDKyê ne bes li Başûrê Kurdistanê , herweha li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî, di geş kirin, vejîn û di xwe nûkirina doza azadîya Kurdistanê de roleke dîrokî lihîstîye.
Em di wê bawerîyê de ne, ji bo ku li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên sîyasî, demokratîk, sivîl û aştîyane bê çareser kirin; jibo ku gelê me bikaribe azadîya xwe, mafên xwe yên netewî, demokratîk bidest bixe, dê PDK rola xwe ya maqûl, netewî û dîrokî bilehîze.
Em di wê bawerîyê de ne ku, PDK ji îro pê ve jî, ji bo yekitîya navxweyî ya li Başûrê Kurdistanê, ji bo lêxwedîderketin û pêşdebirina hemû destkeftîyên li Herêma Kurdistanê, bi fedekarî, bi hestyarî û bi hesasîyeteke netewî û niştimanî, bi awayekî berpirsyarane helwest û rola xwe ya heyî dê berdewam bike.
Bi van hestên xwe yên netewî , niştimanî em 78 salîya damezrandina PDKyê pîroz dikin.
Em di 78emîn salvegera damezrandina PDKyê de, rêberê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK),
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin