
Seroke PWKê Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata welatperwerê kurd Şaban Aslan xemgîn in
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, di daxuyaniyekê de ragihand ku yek ji damezrênerên partiyê Şaban Aslan ji ber nexweşiyê koça dawî kiriye. Ozçelîk xemgîniya xwe û ya partiyê anî ziman.
Daxuyaniya Mustafa Ozçelîk wiha ye:
Em bi wefata hevalê xwe, welatperwerê kurd Şaban Aslan gelekî xemgîn in
Welatperwerê kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê , yek ji damezrênerên partîya me, kek Şaban Aslan, îro ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir.
Em bi wefata kek Şaban Aslan gelekî xemgînin.
Kek Şaban Aslan, eve ji 60 salî zêdetir e ku bêwestan, bi dilsozî, wek xebatkarekî welatperwer, di nav refên doza azadîya Kurdistanê de cîhê xwe girtibû. Kek Şaban Aslan, heta roja koça dawîya xwe jî her wek endam û têkoşerekî partîya me, bi me re bû.
Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.
Sersaxîyê ji malbat û hezkirîyên kek Kek Şaban Aslan re dixwazim.
Serê me hemûyan, serê gelê me sax be.
07.03.2025
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin