Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em piştgiriya hewlên Serok Barzanî ji bo yekrêziya Rojavayê dikin

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em piştgiriya hewlên Serok Barzanî ji bo yekrêziya Rojavayê dikin

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ji bo hewlên Serok Mesûd Barzanî yên derbarê yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê de ragihand.

Peyama Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Em piştgirîya hewlên Rêzdar Serok Mesûd Barzanî yên ji bo yekrêzîya kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, ji bo li ser daxwazên neteweyî ava kirina yekrêzîya ENKS, PYD û hemû partîyên li Rojavayê Kurdistanê piştgirîya xwe bigihînî partî û alîyên Rojavayê Kurdistanê, wek nûnerê xwe rêzdar Dr.Ebdulhemîd Derbendî wazîfedar kirîye.

Rêzdar Dr.Ebdulhemîd Derbendî, li Hisîçayê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rêzdar Mezlûm Ebdî û li Qamişloyê bi rêvebirên rêzdar yên ENKSyê re hevdîtin pêk anî. Rêzdar Dr. Ebdulhemîd Derbendî, peyam û fikir û pêşniyarîyên rêzdar Serok Mesûd Barzanî gîhandîye alîyên peywendîdar. Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de dîyar kirîye ku, ji bo yekrêzîya kurdên Rojavayê Kurdistanê amadeye ku çi ji destê cenabê wî bê bicîh bînî.

Li gorî daxuyanîyên ku bi raya giştî re hatine parve kirin, rêzdar Mezlûm Ebdî û rêvebirên rêzdar yên ENKSyê, piştgirîya xwe ji bo vê hewla rêzdar Serok Mesûd Barzanî nîşan dane û bi awayekî erênî pêşewazîya vê hewlê kirine. Em rêzdar Mezlûm Ebdî û rêvebirên rêzdar yên ENKSyê ji ber vê helwesta wan ya çêker û erênî pîroz dikin.

Ev hewla Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, cîhê kêfxweşîyê ye, pîroz e û nîşana hest û bîr û bawerî û hişmendî û sîyaseteke neteweyî, niştimanî ye; nîşana biryardarî û tecrubeyeke dîrokî ye.

Em ji ber vê hewlê Rêzdar Serok Mesûd Barzanî pîroz dikin û piştgirîya cenabê wî dikin.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, endazyarekî esasî yê Mitabaqata Dihokê bû. Em di wê bawerîyê de ne ku Rêzdar Serok Mesûd Barzanî weke mercîyeteke neteweyî ya hemû kurdên cîhanê, dê ji bo ava kirina yekrêzîya alîyên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê û ji bo bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk yên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê dê roleke dîrokî bilihîze.

Hêvî û daxwaza me ji rêzdar Mezlûm Ebdî, ji hemû partîyên kurdî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar yên li Rojavayê Kurdistanê ew e ku, bi awayekî biryardar piştgirîya hewla Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bikin û  li ser daxwazên xwe yên milî, demokratîk û niştimanî demildest yekrêzî û yekhelwestîya ava bikin û weke yek alî û terefê kurdî li gel Şamê û li gel hemû alîyên peywendîdar bibin mixetab.

Daxwaz û hêvîya me ji hemû kurdên cîhanê re jî ew e ku, em piştgirîya hewla Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bikin, ji bo yekrêzîya xuşk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê û ji bo serkeftina wan em alîkar û piştgirên wan bin.

Roj roja yekgirtin û yekrêzîya gelê me ye.

Li gel rêzên xwe.

14.01.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin