
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Yekrêzîya nav mala kurd kilîda sereke ya serkeftina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye!
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:
Peymana di navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed Şara de û li Rojavayê Kurdistanê girîngîya yekrêzîya hêzên kurdî!
Gelê me li Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyeke gelek hesas û dîrokî de derbas dibe.
Piştî rûxandina Rejîma Esadî, gelek xeterî û rîsk û herweha gelek firsend û şans jî li ber derîyê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ne. Di rewş û demeke weha hestîyar û girîng de, roja 10ê adara 2025ê, Serfermandarê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û “Serokê Komara Erebî ya Sûrîyeyê” yê demkî Ehmed Şara li Şamê peymaneke ku ji 8 xalan pêkhatî îmze kirin.
Şêweyê beşdarîya civînê û îmze kirina peymanê û naveroka wê jî bi gelek alîyên xwe ve têne nirxandin û gotûbêjkirin.
Weha diyar dibe ku di vê peymanê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Fransa, Îngilîstan, Turkîye, Başûrê Kurdistanê hinek dewletên navneteweyî û herêmî xwedî rol in; lê di vî warî de rola sereke ya Emerîka, Fransa û Îngilîstanê ye. Ango, ev peyman, nîşana liberçavgirtina balanseke di navbena dewletên mezin, dewletên herêmê, kurdan û Rêveberîya Şamê ye.
Em qetlîama ku li ser elewîyan û kesên sivîl yên Lazqîye û Tartûsê hatîye kirin şermezar dikin!
Di dema îmzekirina vê peymanê de hêzên tûndrew bi çavdêrîya Rêveberîya Şamê ya Ehmed Şarayî de, li bajarên Lazqîye,Tartûsê û gundewarê wê qetlîameke mezin li ser xelkê sivîl yên elewîyan pêk anîn.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) vê qetlîama li ser elewîyên li Lazqîye û Tartûsê û xelkên din yên sivîl hatîye kirin şermezar dike. Em daxwazê ji aktorên herêmê dikin ku bi tedbîrên ewleyî pêşîya komkujîyên weha bigrin û hêzên beşdarî vê komkujîyê bûne û aktorên li paş vê karesatê ne ji raya giştî re eşkere bikin û ew bêne ceza kirin. Lewra ev qetlîam ji bo pêşeroja hemû gelên Sûrîyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî cîhê xof û metirsîyê ye.
Bi alîyên wê yên erênî û neyênî û bi helwesteke ku rê ji yekrêzîya kurdan re xweş bike em vê peymanê binirxînin dê baştir be
Eşkereye ku, peyman wek qalikekî ye ku, li gorî hêz, sîyaset û helwestên alî û aktorên li sehê ne, dê naveroka wê şikil bigre. Ji ber vê rastîyê jî, em di wê qenaetê de ne ku ev peymana divê bi alîyên xwe yên neyênî jî erênî jî; bi xeterî û rîskên xwe ve jî bi firsend û şansên xwe ve jî bê nirxandin û divê dîqet bikin ku her nirxandin û gotinek me zerarê nede pêwîstî û hewlên ku ji îro pê ve bikaribe yêkrêzîya nav mala kurd ava bike.
Di eslê xwe de raya giştî ya kurdan li bendê bûn ku PYNK, ENKS û hemû partîyên kurdan li ser bernameyeke hevbeş ya milî, demokratîk yekrêzîya xwe pek bînin û weke alîyê kurdî bibin mixatabê Şamê. Bi qasî xuya dibe; hîna ku yekrêzîya nav mala kurd ava nibibû û bêyî agahdarkirina ENKSyê û partîyên din yên kurdan, rêzdar Mazlûm Ebdî ev peyman îmze kirîye. Dil dixwest ku rêzdar Mazlûm Ebdî, bi êrê kirin û bi yekrêzîya nav mala kurd û bi bernameyek hevbeş ya bi daxwazên milî, demokratîk û statuyeke sîyasî hatiba hûnandin, ev peyman îmze kiriba.
Lê, em dibêjin bi alîyên wê yên erênî û neyênî û bi helwesteke ku rê ji yekrêzîya kurdan re xweş bike em vê peymanê binirxînin dê baştir be, dê di berjewendîyên gelê me de be.
Di vê peymanê de, kurd ne weke miletekî, lê weke ‘’civaka kurd’’ hatine pênase kirin; ji bo Rojavayê Kurdistanê behsa sîstemeke namerkezî, statuyeke siyasî, milî û cografîk nehatîye kirin. Hinek têgeh û tesbîtên elastîkî yên di peymanê de cih girtine, dikare di demên pêş de hinek astengî û zahmetîyan derxîne holê.
Em dizanin ku bêyî nûnerên kurdan, durzîyan, elewîyan û pêkhateyên din yê etnikî û dînî, li Şamê komîteyek ji bo amadekarîya reşnivîsa qanûna bingehîn a Dewleta Sûrîyeyê hatîye hilbijartin. Bêguman ev ne metodeke rast û demokratîk e û ev helwest metirsîyeke mezin dixe nav hemû pêkhateyên Sûrîyeyê yên etnikê, dînî û mezhebî.
Weke tê zanîn, Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê roja 13.03.2025ê, ango 3 rojan piştî îmzekirina peymana Ehmed Şara û Mazlûm Ebdî, ‘Danezana Destûrê ya Demkî’ ya Sûrîyeyê pêşkêşî Ehmed Şara kir. Ahmed Şara jî ev danezan pesind kir. Komîteya Destûrî ragihand ku navê Dewleta Sûrîyeyê wekî ‘Komara Erebî ya Sûriyeyê’ hatîye pênase kirin. Ji ‘Danezana Destûrî’ dîyar dibe ku, dewleteke ‘unîter’ ku ji pîvanên pirrengiya neteweyî ya Sûriyeyê û ji prensîbên azadî, demokrasî, edalet û wekhevîyê bêpar e û ew weke dewleteke ‘takekesî’ ye. ‘Danezana Destûrê’ hebûna miletê Kurd û mafên wî yên neteweyî, kollektîf nahewîne û behsa mafên pêkhateyên etnîkî û dînî yên weke aşûrî, durzî, êzidî, elewîyan nake.
Li gel van alîyên ku tirs û fikareyan peyda dikin, helbete ku gelek alîyên erênî jî di peymanê de hene. Divê em peymanê bi herdu alîyên wê ve binirxînin.
Li gorî vê peymanê; kurd dê weke civateke eslî ya Dewleta Sûriyeyê bêne qebûlkirin û mafên wan yên hemwalatî û yên destûrî di qanûna bingehîn de dê bêne misoger kirin.
Li gel vê ‘Danezana Destûrî’ ya neyênî ku Ehmed Şara îmze kirîye jî eger kurd li Rojavayê Kurdistanê li ser bernameyeke hevbeş ya milî li hev bikin, li gel Emerîka, Fransa û aktorên sereke peywendîyên xwe baştir bikin; dikarin şiklekî ku di berjewendîyên kurdan de ye bidine Qanûna Bingehîna nû û bi şiklekî, statuyeke sîyasî û mafên neteweyî, demokratîk di Qanûna Bingehîn de bicîh bikin.
Li gorî vê peymanê, dê li seranserê Sûriyeyê agirbest bê ragihandin; xelkên ku ji cîh û warên xwe hatine derxistin, dê vegerin cîh û warên xwe û ji hêla Dewleta Sûriyeyê ve dê bêne parastin.
Eger ev xal cîbicîh bibe; ev dikare rê li ber êrîşên derve û navxweyî yên li ser Rojavayê Kurdistanê bigre; dê zemînê xweştir bike ku gelê me yê ku mecbûr mabûn Efrîn, Serêkanî û Girê Sipî û cîhên din terk bikin, vegerin cîh û warên xwe. Herweha dê rê li ber êrîş û dagerkerîya Dewleta Tirkîyeyê bigre û rê li ber xwevekşîna ji beşek xaka dagirkî ya Rojavayê Kurdistanê veke. Derfeteke weha dikare li Rojavayê Kurdistanê bibe sebebê bêhnvedan, aramî û sererastkirina demografîyê.
Herweha li gorî vê peymanê, xalên ku di vê peymanê de hatine destnîşankirin heta dawîya sala 2025ê dê bêne bicîh kirin û ji bo wê jî dê komîteyên hevbeş bêne avakirin. Eger kurd bikaribin bi awakî hevbeş û bi bernameyek milî û niştimanî di nav van komîteyan de cih bigrin; dê bikaribin vê derfetê ji bo bidestxistina mefên kurdan yên rewa bi karbînin.
Li gorî peymanê, dê hêzên HSDyê çekên xwe daneynin; lê weke beşeke artêşa Dewleta Sûrîyeyê dê entegreyî artêşê bibin.
Yekrêzîya nav mala kurd kilîda sereke ya serkeftina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye!
Herweha dîyar dibe ku, hêzên esasî yên Başurê Kurdistanê (PDK û YNK), bi taybetî rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Rêvebirîya Herêma Kurdistanê jî li gel Emerîka û Fransayê, wekî aktorên esasî di nav vê pêvajoyê de ne û hewl didin ku kurd yekrêzîya xwe ava bikin.
Peyman ji 8 xalan pêk tê, lê lî gorî daxuyanîyan, dê komîsyon bêne avakirin û naveroka wan 8 xalan heta dawîya 2025an dê bêne zelal kirin. Peyman, wek lihevkirineke ku naveroka wê tam nehatîye zelal kirin e û li gorî şerd û merc û balansa hêzan, dikare ber bi berjewendîyên her alîyekî ve bimeşe ye. Lewra, berîya her tiştî, em hêvî dikin ku hemû hêz û partîyên kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê, yekrêzîya xwe ava bikin, li ser bernameyeke ku mafên kolektîf ên neteweyî demokratîk û mafê statuyeke milî, cografî, sîyasî biparêze li hev bikin û wek alîyê kurdî li gel Şamê û komiteyên ku dê bêne ava kirin bibin mixatab. Yekrêzîya kurdan dê zemîna piştgirîya navneteweyî û dostên kurdan jî xurtir bikin.
Di rewşek weha hestîyar û dîrokî de, gelek girîng e ku kurdên herçar beşên Kurdistanê û dîasporayê ji bo bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û statuyeke sîyasî ya gelê me, piştgirîya yekrêzîya mala kurd ya Rojavayê Kurdistanê bikin.
Em wek PWK, careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku, bila dawî li vê siyaseta li ser dijayetîya kurdan hatîye ava kirin bê anîn û ji bo ku rê li çareserîyeke sîyasî û aştîyane vebe, ya rast û rasteqîn ewe ku hemû alîyên kurdan weke mixetab bêdîtin û ji bo vê jî divê gavên pêwîst bên bavêjin. Herweha dawî lê anîna hemû operasyonên leşkerî û rêzlêgirtina li îrade û mafên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê dê rêya çareserîyeke aştîyane û sîyasî xweştir bike. Em bangî PKKyê jî dikin ku dawî lê anîna şerê çekdarî û çek danîn, di berjewendîyên gelê me yê her çar perçeyên Kurdistanê de ye.
14.03.2025
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin