Serokê PWKê Ozçelîk: Muzakere divê bi aşkereyî û beşdariya hemû aliyan pêk bê

Serokê PWKê Ozçelîk: Muzakere divê bi aşkereyî û beşdariya hemû aliyan pêk bê

.

A+A-

Aliyên Kurdistanî yên Tirkiyeyê dixwazin di pêvajoya nû ya çareseriyê de roleka wan a taybet hebe û ew jî bibin hevtayekî çareseriyê. Li gor wan divê pêvajoya nû tenê di navbera dewleta Tirkiyeyê û PKKê de asê nemîne û aliyên netewî û demokrat ên Kurdî jî di pêvajoyê de cih bigrin. 

Piştî neh salan bi serdana şandeka DEM-Partiyê bo Rêberê PKKyê yê zindanîkirî Abdullah Ocalanî pêvajoyeka nû ya çaraseriyê bi fîîlî destpê kir. Li gor daxuyaniyên berpirsên hikûmetê û aliyên siyasî di pêvajoya vê carê de jî nûnerê Kurdan û hevtayê çareserkirina pirsa Kurdî PKK û DEM-Partî tê dîtin. Lê gelek aliyên din ên Kurdistanî jî henin ku, li dijî vê siyaseta dewleta Tirkiyeyê derdikevin û amadebûna xwe bo çareserkirina pirsa Kurdî radigihînin. Li gor wan pêvajoyeka bi navê çareserkirina pirsa Kurdî heke mafê çarenûsiyê û mafên netewî yên Kurdan nas neke, çi çareseriyek jî bi xwe re nayne. 

sevda-resim-1.jpg

Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Mistefa Ozçelîk jî banga zelalkirina naveroka danûstandinên Ocalanî û dewleta Tirkiyeyê dike û di wê baweriyê de ye ku, pirsa Kurdî li pişt deriyan û bi rêyên nehênî çareser nabe. Divê pêvajo zelal û ji raya giştî û medyayê re vekirî be û aliyên netewî û demokrat ên Kurdan jî hevtayên çareserkirina pirsa Kurdî bin.

Serokê PWK’ê Mistefa Ozçelîk: “Divê hêzek an jî platformek ku nûneratiya Kurdan dike bê avakirin ku gelek pêwîst e. Nabe pêvajoya çareserkirina vê pirse li pişt deriyan û bi nehênî bi rê ve biçe û di navbera Ocalan, Qendîl û DEM-Partiyê de were astengkirin û veşartin. Em wekî aliyeke netewî ya vê pirsê mafê çarenûsiyê Kurdan diparêzin. Lê di şertû mercên îro de gavên bilez ên wekî naskirina nasnameya Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî dikarin werin avêtin û PKK jî dest ji şerê çekdariyê berde.”

Serokê berê yê HAK-PAR’ê Latîf Epozdemîr ji K24ê re got: “Diyar e dewlet wekî her car PKKyê wekî temsîlkarê Kurdan dibîne. Lê em qebûl nakin. PKK bi hîç awayî li çi cihî temsîlkarê Kurdan nîne. Jixwe ew jî dibêjin ‘em partiya Kurdan nînin. Em hem piştevan hem jî aliyekî çareserkirina pirsa Kurdî ne. Heke dewleta Tirkiyeyê dixwaze bi PKKyê re di çarçoveya yasayê de bi awayeke demokratîk çareser bike em piştevan in. Herwiha em aliyekî çareseriyê ne jî û divê dewlet bi me re jî rûnê.”

Ocalan ji şanda DEM-Partiyê xwestiye ku digel hemû aliyên siyasî bicivin. Bêgûman şanda DEM-Partiyê dê serdana aliyên Kurdistanî jî bike. Lê li vir girîngtir ji serdan û civînan, gelo di dawiya pêvajoyê de Kurd bigihijin mafên xwe an na. Xema aliyên Kurdistanî jî ev e û lewma dixwazin di vê pêvajoya nû de roleka wan a taybet hebe.

Çavkanî: Kurdistan 24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin