Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk: Îro pêwîstî bi hişmendîya neteweyî ya ku Kobanîyê rizgar kiribû heye!
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:
Îro di navbera hemû kurdên cîhanê de pêwîstî bi wê hişmendî û hevgirtina neteweyî ya ku Kobanîyê rizgar kiribû heye!
10 sal berê bi hevgirtina her çar perçeyên Kurdistanê,rêya rizgarkirina Kobanîyê vebibû; îro jî di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de pêwîstî bi wê hişmendî û hisîyata neteweyî ya wek wê demê heye.
DAIŞa rêxistina terorîst, roja 13ê cotmeha 2014ê , êrîş bir ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê. Di nevbeyna çend rojan de, bi qetlîamên mezin ji %75ê Kobanîyê dagir kir.
Di demeke weha hesas de, pêwîstîya gelê me yê Kobanîyê bi alîkarî û piştgirîya pêşmergeyên Kurdistanê hebû. Bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî û bi daxwaz û erêkirina Emerîka û Fransayê Dewleta Tirkîyeyê qebûl kir kuhêzên pêşmerge ji ser Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanîyê bibin.
Roja 29ê Cotmeha 2014ê, hêzeke pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, bi çekên xwe yên giran û sivik, ji Zaxoyê derbasî Bakurê Kurdistanê bû û ji ser Silopya, Qoser û Pirsûsê derbasî Kobanîyê bû.
Gava ku hêza pêşmerge derbasî Bakurê Kurdistanê bû û ber bi Kobanîyê ve diçû, bi dehhezaran kurdên Zaxoyê hêza pêşmerge birêkirin û bi sedhezaran kurdên Bakurê Kurdistanê bi Alayên Kurdistanê pêşewazîya wan kir.
Di dîroka Kurdistanê de cara yekem bû ku wêneyekî weha çêdibû. Bi coş û hestyarî û hişmendîyeke neteweyî, niştimanî, dilê kurdên Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û kurdên cîhanê dibûn yek.
Ew lehîya kurdistanîyên Bakurê Kurdistanêya ku bi konvoya pêşmergeyan re diherîkî, li Bakurê Kurdistanê, lehîya ji nûve vejîna neteweperwerî û kurdayetîyê bû.
Hêza pêşmerge gihîşt Kobanîyê, alîkarîya çekên pêwîst û teknîkî da YPGyê; bi hevgirtina pêşmerge û YPGyê, biberxwedaneke hêja, DAIŞa terorîst şikesteke mezin xwar û Kobanî ji dagirkerîya DAIŞê hate rizgar kirin.
Îro li Rojhilata Navîn îhtîmala ku guhertinên mezin çêbibin heye û mimkuneku van guhertinan, firsendên mezin bînin ber derîyê gelê me yê her çar perçeyên Kurdistanê.
Di demeke ewqas hesas û girîng de, di navbera her çar perçeyên Kurdistanê û hemû kurdên cîhanê de, pêwîstî bi wê lihevxwedîderketin, hevparastin, alîkarî, hevrêzîya ku bi hişmendî û hestyarîya neteweyî, niştimanî ya weke di dema rizgarkirina Kobanîyê de çêbibû heye. Klîda serkeftina gelê me yê her çar perçeyên Kurdistanê jî her ew hîsîyat, hişmendî û lihexwedîderketina nevxweyî ya neteweyî, niştimanî ye.
Îro pêwîstîyeke mezin li her perçeyekî Kurdistanê bi tifaq û hevkarîyên neteweyî, demokratîk; û di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de jî bi dîyalog, hevrêzî, empatî, hemahengî, koordînasyon û hişmendîyeke neteweyî, niştimanî heye.
29.10.2024
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin