Serokê SOHRê: Tirkiye hewl dide Kurdan li bakurê Sûriyê tune bike
.
Serokê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), Ramî Ebilrehman di derbarê projeya Tirkiyê de li ser vegerandina milyonek penaberên Sûriyê bo Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku Tirkiyê hewl dide li wan herêman Kurdan tune bike.
Ramî Ebilrehman her wiha destnîşan kir, heger dewleteke rojavayî beşdarî vê projeyê bibe, ev yek tê wateya ku ew yasayên mafên mirovan binpê dikin û rêzê lê nagirin.
Serokê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebilrehman got, “Me di peyama xwe de ya ku me ji Sekretêrê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û ji konferansa Brukselê re şandiye ya derbarê çavbirçîbûnên Tirkiyê û alîkariyên ji bo herêmên Bakur û Bakurrojhilatê Sûriyê dê bi rêya rêxistinên navxweyî be, ango ne di rêya desthilata Tirkiyê re be, ku hewl dide guhartineke demografîk li van herêman pêk bîne. Wan gotin ku ev herêmeke ewle ye û em jî bi hejmar û belge dibêjin ku ev herêm ne ewle ye, ya duyem jî ev projeya Tirkiyê projeyeke guhertina demografîk e, ango çi dewleteke rojavayî beşdarî vê projeya Tirkiyê bibe, yasayên mafên miovan binpê dike rêzê lê nagire ku wan îmze kiriye û guhertina demografîk jî di vê mijarê de bingehîn e. Proje zelal e, beriya niha dema ku Tirkiyê Efrîn dagir kir me hişyarî da, piştre jî dema ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Ev projeya Tirkiyê projeya tunekirina pêkhateyeke bingehîn li Sûriyê ye ew jî Kurd in û guhertina demografîk li vê herêma Bakur û Bakurrojhilatê Sûriyê cîbicî bike.”
Rêjeya Kurdan li Efrînê ji %95 daketiye ji %30an
Derbarê rêjeya Kurdan li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de, Ramî Ebdilrehman da zanîn ku rêjeya Kurdan li Efrînê ji %95 daketiye %30, her wiha li Serêkaniyê û Girê Spî jî wisa ye. Ebdilrehman destnîşan kir ku nûnerekî dewleteke rojavayî hewl da rastiyan veşêre lê wan bi belgeyan ew rûreş derxistine.
Ramî Ebilrehman her wiha anî ziman, “Rêjeya Kurdan li van herêman gelekî daketiye. Beriya ku ev herêm ji aliyê Tirkiyê ve bêne dagirkirin weke mînak li Efrînê rêjeya Kurdan bêtirî %95 bûn lê niha rêjeya Kurdan li Efrînê kêmtirî %30 ye. Her wiha li Serêkaniyê û Girê Spî jî wisa ye. Çalakiya Tirkiyê zelal e û berê jî li ber çavên civaka navdewletî zelal bû ku dixwaze bêje haya wan ji bûyerên li Efrînê rûdidin tune ye. Ez aşkere bêjim, nûnerekî dewleteke rojavayî xwest rewşa li Efrînê derew derbixîne lê me rastî bi belgeyan aşkere kirin.”
Roja Sêşemê 3ê Gulanê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan aşkere kir ku Tirkiye projeyekê ji bo vegerandina 1 milyon penaberên Sûrî amade dike.
Serokkomarê Tirkiyê diyar kiribû ku ew proje dê li 13 navçeyan bi alîkariya rêxistinên Tirkî û navdewletî bê cîbicîkirin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin