Serokê Tûgayên İzzedin el-Qasem hat kuştin
.
A+A-
Berdevkê tûgayên Qassem Ebu Ubeyde, daxwuyaniyekî da û got ku fermandarê giştî yê Tûgayên İzeddin el-Qassem Muhammed Dayf û 6 fermandarên pêre hatina kuştin.
Ebu Ubeyde her weha got ku bi Dayf re ji endamên konseya Tûgayê Merwan İsa, Gazi Ebu Tamah, Raid Sabit, Rafi Selame, Ahmed el-Gandur û Eymen Newfel jî pê re hatine kuştin.
Nehat ragihandin bê kengê û li ku derê hatine kuştin. Lê Îsraîlê berê ragihandibû ku Dayf di 13ê Tîrmeha 2024an de hatiye kuştin.
Baskê Hamasê yê leşkerî yê Tûgayên İzzettin El-Qassem (Ebu Xalid) 20 sale ku tenê bi dengê xwe û dîmenekî xwe ketiye ser çapemeniyê û di derveyê rayedarên Hamasê de kes ew nasnake.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin