Serokkomara Gurcistanê: Divê Amerîka li Rûsyayê bihêztir be

Serokkomara Gurcistanê: Divê Amerîka li Rûsyayê bihêztir be

.

A+A-

Serokkomara Gurcistanê Salome Zurabişviliyê got, "Pêdiviya Gurcistanê bi Amerîkaya bihêz heye û divê li Rûsyayê bihêztir û zelaltir be û îdareya wê xwe radestî Rûsyayê neke."

Serokkomara Gurcistanê Salome Zurabişviliyê pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

“Em Amerîkayeke bihêztir û zelaltir dixwazin”

Salome Zurabişvili li ser helwesta Gurcistanê ya di mijara Rûsya û Amerîkayê de wiha axivî:

"Em li Rûsyayê Amerîkayeke bihêztir û zelaltir dixwazin.

Ya ku ez dibînim û dibihîzim, îdareyeke nû ye ku dixwaze Amerîkayeke bihêztir bibîne.

Her wiha ev tê wê wateyê ku ne îdareyek e ku xwe radestî Rûsyayê û herêmên li derdora Rûsyayê bike."

“Dewleta me ji aliyê Amerîkayê ve hatiye bihêzkirin”

Zurabişviliyê derbarê piştgiriya Amerîkayê ya ji bo welatê xwe got:

"33 sal in ji wê dema ku Gurcistanê serxwebûna xwe bi dest xistiye ve Amerîka piştgiriyê didiyê.

Dewleta me ji aliyê Amerîkayê ve hatiye bihêzkirin. Ez bawer nakim ku Amerîka amade be xwe radestî Rûsyayê bike."

Serkirdayetiya Gurcistanê niha bûye du beş, aliyek alîgirê Rojhilat û Rûsyayê ye û aliyê din jî alîgirê rojava û Amerîkayê ye.

Li hêla din, li Gurcistanê du serok hene.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Gurcistanê 14ê Kanûna Pêşîn a 2024an ragihand ku Mikhail Kavelashvili wekî serokê welêt hatiye hilbijartin û peywira wî dê 5 salan biajo.

Lê Salome Zurabişviliya ku Amerîka hîn jî wê wekî serok dibîne red kir ku desthilatê radestî wî bike û got, "Hilbijartin ne rewa ye."

Dema serokatiya Salomeyê 29ê Kanûna Pêşîn a 2024an qediya.

Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidzeyê ku meyla wî li ser Rûsyayê ye xwest ku desthilat were radestkirinê lê fêde nekir.

Partiya Xewna Gurcistanê partiya piranî û desthilat a Gurcistanê ye lê naxwaze ber bi Amerîkayê ve biçe.

Piştî ku Partiya Xewna Gurcistanê di hilbijartinên çiriya pêşîn a de bi ser ket, xelk bi tohmeta ku partî nêzîkî Rûsyayê ye û ji Ewropayê dûr dikeve daket kolanan.

Li Gurcistanê 4 partiyên sereke yên mixalefetê hene û her çar jî hilbijartinên borî qebûl nakin.

Wan partiyan parlamento boykot kir û tevan got, “Di hilbijartinên Çiriya Pêşîn a 2024an de sextekarî hatiye kirin."

Partiya Xewna Gurcistanê 28 Çiriya Paşîn a 2024an ragihand ku danûstandinên taybet ên ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê heta 2028an tên rawestandin û vê jî hêrsa xelkê zêdetir kir.

Beşeke zêde ya xelkê Gurcistanê piştgiriyê dide endametiya welatê xwe ya Yekîtiya Ewropayê û dibêjin di destûrê de jî amaje pê hatiye kirin.

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê jî rexne li Gurcistanê girtin û wan ragihandin, "Li Gurcistanê paşvekişîna demokrasiyê tê dîtin."

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin