Serokkomarê Îranê : Em dê hewlên “nehîştina hîcabê” ji holê rakin
.
Serokkomarê Îranê soz da ku dawiyê li hewlên rakirina hîcabê li Îranê bîne.
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di civînekê de bi malbatên “parêzvanên herêmê” re axivî got ku ew rê nadin ku bêhîcabî berdewam be.
“Parêzvanên Heremê” endamên Supaya Pasdarên Îranê ne ku bi navê parastina “Mezarê Seyîde Zeyneb” çûne Sûriyeyê û li wir hatine kuştin.
Reîsî destnîşan kir ku ew dê tevgera “nehîştina hîcabê” li Îranê nehêlin û dê şîretan li hin kesan bikin ku bi nezanî tevlî vê tevgerê bûne.
Serokkomarê Îranê herwiha ragihand ku kesên bi mebestên taybet hewl didin bêhîcabî li Îranê peyda bibe dê werin cezakirin.
Reîsî mehekê bêrî salvegera xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê behsa “nehîştina hîcabê” kir ku xwepêşandanan piştî kuştina Jîna Emînî li navendeke ewlehiyê ya Îranê dest pê kiribûn.
Keça Kurd Jîna Emînî bi tohmeta şikandina qanûna hîcabê hatibû girtin.
Parlementeran li ser bandora xirab a yasayê hişyarî da
Reîsî herwiha li ser hewlên lixwenekirina hîcabê got, “Hewlên rakirina hîcabê ya ku niha li cadeyên Îranê heye, tevgereke rêkxistî ye û kesên piştevaniya wê dikin, beşeke planên dijmin û neyarên Îranê ne.”
Herwiha Parlementoya Îranê jî hewl dide ku yasayeke nû derxîne û cezayê giran bi ser wan kesan de bisepîne ku hîcabê li xwe nakin lê beşeke parlementeran li ser bandora xirab a vê yasayê hişyarî da.
Nêzîkî salekê piştî xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranî Wezareta Karên Navxwe ya Îranê dest bi geştên “Polîsê Exlaqê” kiriye .
Li gor amarên saziyên mafê mirovan di xwepêşandanên sala borî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 500 xwepêşander hatin kuştin, zêderirî 20 hezar kesan jî hatin girtin.
Herweha 70 kes ji endamên Besîc û hêzên din ên ewlekariyê yên Îranê jî hatin kuştin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin