Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

.

A+A-

Serokkomariya Sûriyeyê helwesta xwe li hemberî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê eşkere kir.

Serokkomariya Sûriyeyê diyar kir ku ew daxuyaniyên banga federaliyê dikin li dijî naveroka peymana HSDyê ne.

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan doh li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku lihevkirina bi serkirdayetiya HSDyê re hatiye kirin gaveke erênî ye ber bi aramkirinê û vekirina deriyan e ji bo çareseriyeke niştimanî ya giştî.

Serokkomariya Sûriyeyê eşkere kir ku di heman demên dawî de daxuyaniyên ku ji serkirdayetiya HSDyê derketine û bang li federaliyê dikin, rewşeke veqetandî li ser erdê çêdikin, ev bi awayekî zelal li dijî naveroka peymanê ne û gefê li yekîtiya welat û selametiya axa wê dikin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku yekîtiya axa Sûriyeyê xeta sor e û wiha hat gotin:

“Ti hewlên sepandina rewşeke parçekirinê yan jî avakirina saziyên cuda bi navê federalî yan jî rêveberiya xweser bêyî lihevkirina niştimanî ya giştî nayên qebûlkiirn û yekîtiya ax û gelê Sûriyeyê xeta sor e û derbasbûna vê yekê tê wateya derketina ji rêza niştimanî û astengkirina nasnameya hevbeş a Sûriyeyê."

Serokkomariya Sûriyeyê her wiha eşkere kir ku serkirdayetiya HSDyê nikare bi tenê xwe biryarê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bide, li wê derê pêkhateyên resen ên wekî Ereb, Kurd, Mesîhî û yên din bi hev re dijîn.

“Pabendî peymanê bin”

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi peymana Ehmer Şer û Mezlûm Ebdî jî kir û wiha hat gotin:

“Sepandina biryar an dîtina pêkhateyeke tenê û monopolkirina nûnertiya wê tê redkirin, ti aramî yan jî paşeroj bêyî hevkariya rastîn û nûnertiya dadmend a ji bo hemû aliyan çênabe.

Bi dilsozî pabendî peymana îmzekirî bin û berjewendiya niştimanî ya bilind di ser berjewendiyên teng an jî yên derve re bigirin.

Çareserî li Sûriyeyê tenê Sûriyeya, niştimanî û giştî ye, li ser bingeha daxwaza gel û parastina yekîtiya welat û serweriya wê û redkirina her cure serperiştî yan jî hegemonya derve ye."

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî 10ê Adara 2025an peymanek îmze kiribûn.

Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:

1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.

2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.

3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.

4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.

7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”

Di çarçoveya cîbicîkirina xalên peymanê de 4ê Nîsanê hêzên HSD û YPGyê ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê vekişiyan.

Her wiha Mezlûm Ebdî bi minasebeta rawestandina şerê Bendava Tişrînê  bi heyeteka Hikûmeta Sûriyeyê civiyabû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin