Serokomarê Iraqê eşkere kirîye ku ji 600î zêdetir xwepêşandêr hatine kuştin
Serokomarê Iraqê Berhem Salihî eşkere kirîye ku di çalakîyên ku ji 3 mehan zêdetir e li welêt dewam dikin da ji ber çalakîyên tundîyê yên "kesên ku qanûnê nas nakin" ji 600î zêdetir xwepêşandêr hatin kuştin.
Navenda Nûçeyan- Serokomarê Iraqê Berhem Salihî eşkere kirîye ku di çalakîyên ku ji 3 mehan zêdetir e li welêt dewam dikin da ji ber çalakîyên tundîyê yên "kesên ku qanûnê nas nakin" ji 600î zêdetir xwepêşandêr hatin kuştin.
Salih di Foruma Aborîyê ya Dinyayê ku li bajarokê Davosê yê Swîsreyê bi rê diçe da axivî û dîyar kir ku ciwanên Iraqî ji bo jîyaneke çêtir, ji bo zêdetir derfetên kar û şixul, ji bo başkirina sektora xizmetê û herwiha ji bo bidawîbûna geldelîya ku welat felç kirîye, xwepêşandanan li dar dixin.
Salih wiha xeber da, "Ji ber çalakîyên tundîyê yên qanûnnenasan, ji 600î zêdetir xwepêşandêrên aştîxwaz ku piranîya wan ciwan in hatin kuştin."
Salih bal kişand ku xwepêşandêr, rêveberîyeke sîyasî ya demokratîk û hilbijartinên azad û şefaf ên li gorî nasnameya wan a kolektîf dixwazin û herwiha hilbijartina pêşwext têrê dike ku xwepêşandanên gel bi dawî bibin.
Salih li ser alozîya Amerîka û Îranê û herwiha Iraqa ku di navbera van herdu welatan da bûye qada şer wiha got, "Em hewil didin ku digel her kesî ra peywendîyên baş daynin. Şer û pevçûnên ku di nava vebijêrkên me da nîne, dê bi tu awayî bi kêrî me neyê."
Salih herwiha bal kişand ku tu welat nikare li ser Iraqê ferz bike ku ew ê bi kê ra û çawa peywendîyê dayne û wiha got, "Polîtîkayên tên meşandin û peywendîyên aborî û dîplomatîk ne bi serkêşîya yên din, lêbelê divê bi serkêşîya berjewendîyên neteweyî bên birêvabirin."
Xwepêşandanên li Iraqê
Li Iraqê ji 1ê Cotmeha 2019an vir va ji ber bêkarî, gendelî û kêmasîya xizmetên qamûyê xwepêşandanên dijî hikûmetê tên lidarxistin.
Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ji ber protestoyan 29ê mijdarê îstifa kir, lê dîsa jî li welêt hikûmeta nû nehat damezirandin.
Bianet
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin