Serokwezîr Barzanî pêşwazî li bazirganên Bakûrê Kurdistanê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh Duşemê 26ê Mijdarê pêşwazî li şandeke pilebilind ji Odeya Bazirganî ya Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih, Şirnex û Cizîrê kir û gotûbêj li ser bazirganiya ligel Herêma Kurdistanê re kirin.
Kosulê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay, Serokê Lijneya Rêveberiyê yê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Batmanê (BATSO), Serokê Lijneya Rêveberiyê yê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Amedê (DTSO) Mehmet Kaya jî beşdarî civînê bûn.
Şanda Tirkiyê ragihand ku piştî bidawîhatina şerê DAIŞê û kirîza darayî ya Kurdistanê dê niha dûbare pêwendiyên bazirganî yên di navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê de bihêztir bibin. Herwiha wê şandê pêşniyar kir ku navendeke bazirganî mayinde li Herêma Kurdistanê vekin.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî jî dupatî li piştevaniya xwe ya ji bo geşepêdana bazirganiyê ligel Tirkiyê kir û derbarê geşepêdana têkiliyan ligel Tirkiyê di hemî waran de hêviyên xwe anîn ziman.
Barzanî destnîşan kir ku hikûmeta Tirkiyê û gelê wê di rojên dijwar de ti carî alîkarî û piştevaniya xwe nebiriye û ji ber vê sipasiya hikûmet û gelê Tirkiyeyê kir.
Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Batman û Amedê doh ligel Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê peymana hevkariyê îmza kiribûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin