Serokwezîr li Zaxoyê kargeheke mezin vekir

Serokwezîr li Zaxoyê kargeheke mezin vekir

.

A+A-

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Zaxoyê de îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî kargeha Silvana ya bo bibazar kirina genimên Cotkarên Kurd vekir.

Di merasîma vekirina kargehê de Serokwezîr gotarek pêşkêş kir û behsa girîngiya vê kargehê û herwiha hevkariyên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo Cotkarên Kurd kir û ragihand ku, hewlên hikûmetê yên bo henarde kirina berhemên Cotkarên Kurd berdewamin û di çarçoveya wan hewldanan de, niha berhemên Cotkarên Kurd bo welatên Erebî û Ewrûpayî têne şandin.

Serokwezîr tekez li ser vê yekê kir ku, ev kargeha han ku, sayiloyek jî têdeye fêdeyeke gelek mezin digehîne abûrî û çandiniya deverê.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de behsa girîngiya kerta çandiniyê kir û ragihand ku, girîngî dan bi kerta çandiniyê yek ji xalên sereke yên karnameya hikûmetê ye û hikûmet berdewam dibe li ser bihêztir kirina kerta çandiniyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin