Serokwezîra Danîmarkayê got: “Grönland ne ya firotinêye”
.
A+A-
Li ser gotina serokê DYAyê Trump ku got wê Grönlandê bikirin an dest deyin ser, serokwezîra Danîmarkayê ku Grönland bi ser Danîmarkayê ye got ku Grönland ne ya firotinêye û dewam kir:
“Ev ax ya me ye û ne ya firotinê ye. Grönland, îro perçeyekî ji Danîmarkayê ye. Ez bi DYA re hemfikrim ku ji aliyê ewlehiyê û bergiriyê de girîngiya devera Arktîkê zêde bûye lê ji bo ewlehiya herêmê, di wexta pêşiya me de, em dikarin çareseriyekî hevpar peyda bikin.”
Serokwezîra Danîmarkayê Mette Fredriksen, berya zîrwa lîderên Yekîtiya Ewrûpayê destpêbike, li ser mijarê axifî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin