Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihîşt Îmaratê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihîşt Îmaratê

.

A+A-

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di derbarê serdana Îmarata Erebî de peyamek belav kir: “Ez kêfxweş im ku careke din serdana Îmaratê dikim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn: “Ez kêfxweş im ku careke din serdana Îmaratê dikim.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Ez bi peroş im ji bo beşdarbûna Foruma Cîhanî ya Enerjiyê û Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan.”

Herwiha da zanîn: “Em ê li Foruma Enerjiyê geşedanên herî dawî yên navçeyê biaxivin.”

Serokwezîr diyar kir: “Em ê hewldanên veberhênana sektora enerjiyê ya Kurdistanê gotûbêj bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin