Serokwezîrê Kurdistanê Barzanî bi Falih Feyyaz û gelek kesên din re li Bexdayê hevdîtinan kir

Serokwezîrê Kurdistanê Barzanî bi Falih Feyyaz û gelek kesên din re li Bexdayê hevdîtinan kir

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi serokê heyeta Haşdî Şabî Falih Feyyaz re civiya û behsa girîngiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê kirin.

Serokwezîr Barzanî berya bi Feyyaz re hevdîtin bike bi serokê erka darazê ya Iraqê bi Fayeq Zedan, bi serokê Koalîsyona Siyade Xemîs Xencer, bi serokê Tevgera Ehlî Heq bi Qays el-Xazalî re, bi sekreterê giştî yê Tevgera Bedir û lîderê Hevkariya Nebnî Hadi Amiri, bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani û şêwirmendê ewlehiya netewî yê Iraqê Qasım el-Araci re hevdîtinan kir.

Di nav hevdîtinan de kesekî girîng yê ku daîma biryarên wan dibe sedema tevliheviya navbera Iraqê û Kurdistanê serokê darazê yê konseya Iraqê Fayeq Zedan bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin