Serdar Roşan

Serdar Roşan

nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Şert

A+A-

Ji şevên payîzê yeke tarî bû. Bankerê kal di odeya xwe de diçû û dihat; li vexwendinekê difikirî ku panzdeh sal di ser re bihurîbû. Li wê vexwendinê gelek kesên intelegent civiyabûn û herweha babetên balkêş hatibûn minaqeşekirin. Yek ji wan babetan cezayê mirinê bû. Pirraniya mêvanan - gelek ji wan alim û rojnamevan bûn- li dij cezayê mirinê helwesta xwe diyar kiribû. Wan hizir dikir ku ev cûre şêweya cezayê êdî dema xwe borandiye, neexlaqî ye û ne misaîdê dewletên îsewî ye. Hinan ji wan digot ku divê cezayê mirinê bê rakirin û li şûna wê cezayê miebed bête danîn.

Mazûbanî:
- Ez ne bi dîtina we re me. Min ne cezayê mirinê ne jî yê miebedhefskirinê neceribandiye; lê heke mirov çi be jî dê ceza bide, ez cezayê mirinê ji cezayê miebedhefiskirinê mirovane û biexlaqtir dibînim. Îdam yê girtî bi carekê dikuje, lê di hefsê de mayîn hêdî hêdî dikuje. Ji wan cel-adan kîjan bêtir mirovane ye? Yê ku we di çend deqîqey-an de dikuje, an yê ku bi salan jiyanê ji we dimije?

- Herdu cûre ceza jî mîna hev neexlaqî ne; ji wan mê-vanan yekî got, ji lewre armanca wan yek e: Girtî ji jiyanê mehrûm hiştine. Dewlet ne Xwedê ye. Heqê wê nîne ku tiştekî bistîne, ku ew nikaribe careke din lê vegerîne, heke ew bixwaze.
Di nav mêvanan de huqûqzanekî xort, bîst û pênc salî, hebû. Gava ku dîtina wî pirs kirin, got:
- Cezayê mirinê û cezayê miebedhefsê, herdu jî mîna hev cezayên neexlaqî ne; lê heke ez ji wan yekê hilbijêrim, bêşik ez dê ya duwemîn hilbijêrim. Çawa be jî mirov dê bijî; jiyaneke çito be jî, ji mirinê çêtir e.
Minaqeşeyeke germ dest pê kir. Banker, yê ku wê gavê xorttir û bi heyecantir bû, bi awayekî ji xwe çûyî kulmika xwe li maseyê xist û berê xwe da huqûqzanê xort û got:
- Tiştê ku tu dibêjî ne rast e! Ez bi du milyonan şert digirim ku tu nikarî pênc salan jî li zindanê bimînî.
- Heke tu ji dil dibêjî, huqûqzanî got, ne tenê pênc ez dikarim panzdeh salan li zindanê bimînim.
- Panzdeh sal! Pirr baş e! Bankerî bi qêrîn got. Gelî mêvanan, ez du milyonan datînim!
- Min qebûl e! Tu du milyonan ez jî azadiya xwe datînim, huqûqzanî got.

Ew şertê xav û bêmahne bi wî awayî hate girtin! Banker, yê ku wê gavê nedizanî ka çend milyonên wî hene, bi şêweyeke qure û bêhizir, ji şertgirtinê gelekî kêfxweş mabû. Dema şîvê wî bi huqûqzanî henek kir û got:
- Xortê ciwan, berî ku dereng be baş bifikire. Du milyon ji bo min ne tiştek in; lê tu ji jiyana xwe sê an çar salên herî hêja didî bin piyên xwe. Ez bi zanebûn sê an çar dibêjim ji ber ku tu dê zêdetir nemînî. Û ji bîr meke, bextreşo, bi dilê xwe li zindanê raketin ji mecbûriyetê dijwartir e. Fikra ku tu di her deqîqeyê de dikarî poşman bibî û vegerî azadiyê dê hemû jiyanê li te biherimîne. Bi rastî gunehê min bi te tê!
Gava banker di odeyê de diçû û dihat ev tişt hemî di-hatin bîra wî û ji xwe pirs kir:
- Bi rastî ma ew şert bi kêrî çi hat? Ma çi başiya wî hebû ku huqûqzanî panzdeh sal ji jiyana xwe berbê ber-dida û ez du milyonan winda bikim? Ma ev tişt dikare nîşan bide ku cezayê mirinê ji yê miebedhefsê xirabtir an baştir e? Na, bêşik na. Ev tişt bi tenê bêmahne û dînîti ye. Ji alî min bi tenê meraqek bû ku ji mirovekî bi xwe bawer û ziktêr derçû; ji hêla wî jî bêşik quretî bû...

Û li tiştên ku di wê êvarê de qewimî bûn, fikirî. Wan li hev kir ku diviyabû huqûqzanî li hewşa bankerî li cihekî girtî û li bin çavan cezayê xwe biboranda. Diviyabû ku hukûqzan panzdeh sal li wê derê bimana, bêî ku ji wê bi derketa an kesekî bidîta, dengên insanan bibihîsta, rojname û name jê re bihata. Lê heqê huqûqzanî hebû ku aletên musîkê jê re bên, pirtûkan bixwîne, nameyan bi-nivîse, şerab vexwe û cixareyê bikişîne. Li gorî peymana wan têkiliyên wî bi dunyaya derve re tenê bi riya pencereyeke biçûk e caxkirî re bû; ku wî bikariba jê li derve mêze bikira; ku ji bo vê mebestê hatibû danîn. Herçî tiştên ku pêwistiya wî pê hebû tenê bi nivîskî û çiqas bixwestana dikarî pirtûk, şerab ûhwd bi riya pencereyê bi dest bixista. Di peymanê de hemî tişt bi hûrgulî hatibûn îzah kirin ku heya mimkin be bi her awayî huqûqzanî bi tenê û îzole bihêle; huqûqzan ji 12ê meha teşrînê sala 1870ê ji saet 12an dest bi jiyana zindanê bike, heya sala 1885an 14ê teşrînê saet 12an. Hewldaneke piçûk li dijê peymanê ku bi du deqîqeyan be jî beriya wextê li pey-manê diyarkirî ji alî huqûqzanî rû bide; wê gavê banker ji dayîna du milyonan rizgar dibe.

Tiştê ku ji nameyên huqûqzanî yên kurt fêm dibûn, li sala yekemîn ya ji razana xwe li zindanê, ji tenêbûn û jiyaneke monoton aciz dibû. Ji cihê razana wî şev û roj dengê pîanoyê bilind dibû. Şerab û cixare nedixwest. Wî dinivisand; şerab, xwestinê divejîne û xwestin dijminê herî dijwar e. Herwisa ji vexwarina şerabeke tehmxweş, bêî dost û hevalan tiştekî nexweştir nîne. Û cixare hewaya odeyê bi temamî xerab dike. Sala ewil, mirov dikare bêje ku kîtabên sivik jê re hatin şandin: romanên bi erotîzmeke têvel xemilandî, novelên bijarte û behsekrîmînal, komedî ûhwd.
Di mideta sala didoyan de dengê musîkê hate birîn, yê girtî di nameyên xwe de tenê kîtabên klasîk dixwestin. Sala pêncemîn careke din dengê musîkê ji cihê girtî hate bihîstin û girtî şerab dixwest. Yên ku çavdêriya wî dikir, digot ku wê salê wî tenê xwar, vexwar û li ser textê ra-zanê dirêj ket, bawişk hatin wî û tûrebûyî xwe bi xwe dipeyîvî. Kîtab nexwendin. Carinan derengê şevê rûdinişt û midetekê dirêj tiştine dinivîsî û berbanga sibeyê hemî hûr hûr diqetand. Carinan dihate bihîstin ku digirî.

Dema nîvê duwemîn yê şeş saliya razana xwe, girtî bi awayekî jîndar dest bi xwendina ziman, felsefe û tarîxê kir. Welê ji dil û can dest bi xebata îlmî kiribû ku hema bêje banker pê re ne digihaşt jê re kîtaban peyda bike. Di midetê çar salan de li ser daxwaza yê girtî 600 cild jê re hatin şandin. Di vê periyodê de, bankerî ji girtiyê xwe di gel hin din nameya jêrîn jî wergirt:
Noberdarê min yê hêja!
Ez van rêzan bi şeş zimanan dinivîsim. Nameyan nîşanê kesên têgihîştî û jîr bide û ji wan rica bike da ku bixwînin. Heke ew çu xeletiyekê nebînin, ricaya min ji te ev e ku li hevşa xwe derbek tifingê berde. Ew derb dê ji min re bêje ku xebata min ne belesebe ye. Zanayên hemî deman û welatan bi zimanên cuda dipeyîvin lê lembeya dilê wan hemiyan yek e. Ax, heke te zanibaya ruhê min çiqas bextiyar e, ji ber ku ez wan fam dikim!
Daxwaza girtî hate cih. Bankerî emir da; ku li hewşê du derb bêne berdan.

Piştî deh salan yê girtî li ber maseya xwe rûniştî bêî ku xwe bilivîne tenê Incîla Pîroz xwend. Banker gelekî ecêb ma; mirovekî ku di midetê çar salan de 600 cild xwendin, nuha çend salên xwe bi kîtabeke hêsa û ne mezin re borandin. Piştî Încîlê dor hate ser dîroka dîn û teolojî.
Di mideta du salên dawî de yê girtî bêî lêfikirînê pirr xwend. Geh bi îlmên fenî mijûl dibû geh Byron an jî Schiller dixwest. Carinan daxwaza çend tiştan bi hev re dikir; ji pirtûkên fêrbûnê yê kîmya, derman, romanek û behsenivîsek feylesofî û teolojî dikir. Xwendina wî dişibiya ku ew li deryayê di nav enqazê keştiyekê de avjenî dike û ji bo xwe xilas bike geh bi vî geh bi wî parçeyê digire.
Ev tişt hemî hatin bîra Bankerê kal û fikirî: "Sibeyê di saet diwanzdehan de ew azad dibe. Li gorî peymanê divê ez du milyonan bidim wî. Heke ez wan du milyonan bi-dim wî, dawiya min tê, muflis dimînim... "
Panzdeh sal berê ne dizanî ka çend milyonên wî hene, lê nuha cesaret ne dikir ku ji xwe bipirse ka pere an deynên wî zêdetir bûn. Li borsayê carekê bi lez cesaretê spekulasyonekê kiribû ku di van salên xwe yên dawiyê de jî, hîn ji tesîra wê carê xilas nebûbû; ew mirovê bi xwe bawer û sermayedarê pozbilind û bi xurûr cihê xwe, ji yekî quruş hesabkar re hîştibû ku her carê bi ketin û rabûna borsayê re diricifî.
- Şertgirtina bi lanet! kalo got; û serê xwe xiste nav destên xwe, çima yê girtî nemiriye? Ew nuha çil salî ye. Ew dê quruşê dawiyê jî, ji min bistîne, dê bizewice, li borsayê bileyîze, kêf û zewqê ji jiyanê bigire; û ez dê bi dilbijokî wek parsekekî her roj li wî mêze bikim û bibihîzim: "Ji bo vê jiyana xweş û bextiyariya xwe ez spasdarê te me; izna min bide ez alîkariya te jî bikim." Na, ne mimkin e... Xilasiya min, ji îflasê û ji eyb û fedî, mirina girtî ye!

Zengilê saetê bo sisê lê da. Bankerî guhdarî kir: kesên li malê hemî raketibûn, tenê dengê xwişîna darên qeşagirtî ji derve dihat. Wî di rewşeke welê de hewl dida ku heya mimkin be bêdeng bilive; ji kasaya pola mifteyê deriyê ku panzdeh sal bû ku venebûbû hilda, paltoyê xwe li xwe kir û çû derve.
Hewş di nav tarî û sermayê de bû. Baran û bayekî hişk ku çu rehetî ji darên hewşê re ne dihîşt, dihat. Ban-kerî hewl dida ku ber xwe bibîne, lê ne erd didî, ne heykelên spî, ne cihê girtî ne jî dar didîtin. Gava ew hat cihê ku girtî lê bû du car li ser hev bangî nobedar kir, lê kesî bersîv neda. Îhtîmala mezin ji ber ba û baranê nobedarî xwe li metbax an ciheke din girtibû û nuha li wir razayîbû.
Banker weha fikirî:
- Heke min têra xwe cesaret hebe ku ez bigehîjim armanca xwe; dê ewil ji nobedarî şik bikin.
Di nav tariyê de bi destpelkê derenceyê re hilkêşa, gehîşt derî û ket hundirê çardaxê, paşê bi pelandina de-stan pêşve ber bi korîdoreke piçûk çû û kibrîtek pêxist. Li wê derê textekî vala yê razanê hebû û sobe diçirûsî. Mora li ser deriyê girtî yekparçe bû.
Gava kibrît tefiya yê kal bi ruheke ricifkar di pencereya piçûk re li hundir mêze kir.
Li odeya girtî, findeke bêtaqet pêketîbû. Girtî li ber maseyê rûniştîbû. Bi tenê pişt, por û destên wî xuya dibûn. Li ser maseyê, koltuxan û xaliya li dor maseyê kîtabên ji hev vekirî hebûn.
Pênc deqîqe buhurîn lê hîn jî yê girtî xwe ne dilivand. Bankerî bi tiliya xwe li pencerê da, lê girtî xwe tev ne dida. Wê gavê bankerî bi diqet mor ji ser derî rakir û kilît xiste cih. Ji qula kilît ya zingargirtî dengekî xetimî rabû û bû zîqîniya derî. Banker li hêviya deng û qêrînek ecêb-mayî bû; lê sê deqîqe borîn hîn jî bêdengî hakimê odeyê bû. Wî biryara xwe da, ku bikeve odeyê.

Li kêleka maseyê mirovekî bê hereket rûniştî bû ku ji temamê mirovên din cidatir bû. Skeletek bi çerm pêçayî, biskên bi xelek yên keçanî û rîhek bi girêk; rûyê zer bi siyên kesk, hinarikên daketî, pişta dirêj û zeîf; û destê ku alîkariya seriyê bi por dikir, lawaz û zirav, rewşeke welê ku bi mêzekirinê mirov gelekî diêşiya. Li nav porê wî tayên zîvî dibiriqîn, bi dîtina wî rûyê zeîf, dê kesî bawer nekira ku ew bi tenê çil salî bû. Di xew de bû. Li ber yê raketî li ser maseyê desteyek kaxez li ser hev bû ku bi stîleke zirav, wî, tiştin lê nivisîbûn.

"Rebenê Xwedê!" fikirî banker. "Raketî û ihtîmala mezin xewna milyonên xwe dibîne. Lê pêwistiya min tenê bi rakirina vî mexlûqê nîvmirî û avêtina ser textê ra-zanê û bi rehetî bi balîfekî bi fetisînim ku muayeneya herî bi insaf nikare rêça mirinekî bi kotekî têde bibîne. Lê berî her tiştî em dê bixwînin ka wî çi nivisiye!"

Bankerî kexiz ji ser maseyê rakirin û tiştên jêrîn xwendin:
Sibeyê di saet 12an de ez cardin digehim azadiya xwe ku bi insanan re bigerim. Lê berî ku ez terka vî odeyê bi-kim û rojê bibînim, pêwist dibînim ku çend gotinan ji we re bêjim. Bi wijdanekî rehet û li pêş Xwedê ku min di-bîne, eşkere dikim ku ez azadiyê, jiyanê, saxî û selametî û hemî tiştên ku kîtabên we bi xweşiyên dunyayê binavdi-kin, piçûk dibînim.

Min, panzdeh sal, jiyana vê dunyayê xwend. Diyar e ku min dunya û insan gelekî ne dîne lê di kîtabên we de min şeraba bi lezet vexwar; stran gotin, li daristanan nêçîra pezkovî û berazên kovî kir, û ji jinan hez kir. Jinên spehî, sivik mîna ewr, ji alî şaîrên we yên sihrî û pirr bi aqil afirandî, bi şev hatin seredana min û di guhên min de çîrokên şahane gotin ku bi wan mejiyê min mest bû. Di pirtûkên we de ez ber bi topikên Elburus û Montblancsê hilkişiyam û ji wê derê min dît, ka roj serê sibeyan çawa dertê û êvaran ew çawa asîman, okyanûs û bilindahiyan bi zêr û pûrpûr dineqişîne. Min jihevbelavbûna ewr û lêdana birûskan dît; daristanên kesk, zevî, çem, gol, bajar dîtin; min stranên horiyên deryayê, qaîdeyên bilûrên şivanan bihîstin; ez di ber baskên şeytanên xweşik re çerixîm, ku ji bo derheqê Xwedê de bipeyîvin hatibûn cem min... Di kîtabên we de ez ketim kûrahiyên bêbinî, min mucîze afirandin; bûm qatil, bajar şewitandin, vaîzê dînên nuh dan; min welat dagir kirin...

Kîtabên we zanîn li min bexişandin. Her tiştê ku fikira insanên newestiyayî di mideta sed salan de afirandiye, li ser hev hatiye eciqandin û di mejiyê min de, di qafê serê min de, bi cih bûye. Ez dizanim, ez, ji we hemiyan biaqiltir im.
Û ez kîtabên we piçûk dibînim; hemî xweşiyên dunyayê piçûk dibînim; ne hêjayê pûteyekî ne; bênirx, sefaf û bi hîle mîna leylanê ne. Çi maneya wî heye ku em serbilind, biaqil û xweşik in; mirin me hemiyan mîna mişkên kadînan ji dunyayê paqij dike û neslên pişt me, tarîx, nemirina aqilmendên mezin her tişt bi hev re dê di eynî wextê de bi dunyayê re bicemide an bişewite.

We fêhma xwe winda kiriye û hûn ne li ser riya rast in. Hûn derewan di cihê rastiyê de û ziştbûnê di cihê spehîbûnê de bi kar tînin. Hûn dê ecêb bimînin heke li ser darên sêv û porteqalan beq û marmarok çêbin, an jî gul mîna nêriyên ilorî bihin bidin; her bi vî awayî ez li we ecêb dimînim ku we asîman bi erdê re guhertiye. Ez, naxwazim we fêm bikim.
Ji bo ku bi fiîliyatê nîşan bidim ku awayê jiyana we piçûk dibînim, ez xwe ji wan du milyonan, ku demekê mîna ku min cenet xeyal dikir û nuha piçûk dibînim, bêpar dihêlim. Ji bo ku wî heqî winda bikim ez dê pênc saet berê wextê peymanê ji vir herim û peymanê xera bikim...

Gava bankerî ev tişt xwendin, eniya wî mirovê ecêb, ramûsa; kelegirî ji odeyê derket. Tu car, carên ku li borsayê gelekî xisirîbû jî, wek nuha ewqas xwe piçûk nedîtibû. Gava hat malê, dirêj ket lê rondik û haletê ruhiya wî nehîşt ku rakeve...
Roja dinê serê sibeyê nobedar bi bazdanê rûxwînmiçikî ketin hundir û gotin ku wan dît çawa yê girtî -ku di odeya girtî de bû- di pencereyê re bi çarlepkî derket, di hewşê re çû û di deriyê wê re bi derket... Banker bi nobedaran re çû cihê girtî û bûyer kifş kir. Ji bo xeberdana zêde çênebe kaxezên xatirxwestinê yên li ser maseyê hildan; gava hat malê ew xistin kasaya xwe ya ji pola.

Anton Çêhov
Kurdî: Serdar Roşan

 

1-064.jpg

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin