Şervanên HSDê 7 çekdarên alîgirên Tirkîyê li Reqayê kuştin
Li parêzgeha Reqayê ya Sûrîyê, 7 çekdarên opozîsyona Sûrîyê yên alîgirên Tirkîyê, ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) ve hatin kuştin.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Sazîya çavdêrîya mafên mirov li Sûrîya balev kirîye, şervanên HSD hêrişî sayloya Şirkiral li nêzîkî bajarê Reqayê kirin û di encam de 7 çekdarên opozîsyona Sûrîyê hatin kuştin û du çekdarên di jî ji wan bi dîl hatin girtin.
Li gor agahîyên wê sazîyê, şerê çekdarên opozîsyona Sûrîyê û HSDê li gundewarê Helebê jî berdewam dike. Yekîneyên tophavêjên Tirkîyê gundên Meinaz, Malikîyê û Şewarxa li Şerana Efrênê jî topabran kirin. Herweha hejmarek ji gundên jêr desthelata HSDê li gundewarê Helebê jî bûne armanca tophavêjên artêşa Tirkîyê û komên çekdarên alîgirên wê.
Duhî jî, ji encama şerê di navbera HSDê û komên çekdar de li derdora bajarên Til Temir û Helebê bêtir ji 10 çekdarên alîgirên Tirkîyê hatibûn kuştin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin