10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê

.

Bi daxwaza rakirina destnedayînê, derbarê 6 parlementerên HDP’ê de 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê. 


Bi daxwaza rakirina destnedayînê, 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê. Ji 10 fezlekeyan, 6 jê derbarê parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ne. Parlementerên HDP’ê yên derbarê wan de fezleke hatin amadekirin ev in: Fatma Kûrtûlan, Feleknas Ûca (3), Îmam Taşçier û Mûrat Çepnî. 
 
Fezlekeyek derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de, yek derbarê Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû de, yek derbarê Parlementerê MHP’ê yê Hatayê Lutfu Kaşikçi de û yek jî derbarê Parlementerê AKP’ê yê Mûglayê Mehmet Yavûz Demîr de hat amadekirin. 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e