Li Ewropa taybet jî li welatê Almanyayê di van heyamên dawîn de, şêwekarên Kurd, çalakiyên xwe zêdetir kirine.
Li bajarê Hennef ê Almanyayê, 11 hunermenden peykersazên Kurd li gel hev pêşangehek vekirin.
Di pêşengehê de peykerên ji mijarên cur bi cur hatin nîşandan û hunermendên Kurd jî êşa gelê xwe bi rêya peykerên xwe pêşkêş kirin.
Yek ji daxwaza wan peykersazan ew e ku di dema pêş de bêhtir bi hev re alîkar bin û çalakiyên hevbeş pêk bînin.
Peykersazên Kurd ji Başûr, Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê ne.
Ji wan peykersazan 5 ji Rojavayê Kurdistanê ne. Ew hunermendên Kurd ji welatên Fransa, Danîmark û Almanyayê hatine.
Mijarên peykerên Kurd zêde û Kurd û cîhanî ne ku ev jî xem, xewn, hêvî, êş, evîn û daxwazî ne.
Dizayner û Peykersaz Niyaz Bayatî ku ji Başûrê Kurdistanê beşdarî pêşangehê bûye, ragihand, piraniya hunermendan kêşeya wan ew e ku mijar bi dest nakeve û diyar dike, “Teknîk ne pirsgirêk e, her kes fêrî teknîkê dibe. Em xwedî ezmûneke gelek dirêj in li ser babatê.”
Ew peykersazê Kurd dibêje, di warê mijarê de kêşeye wan nîn e, pirsgirêka wan di warê gihandinê de ye. Peykersaz Bayatî dibêje tevî ku ti kes ji wan nas nedikir, beşdarî pêşangehê bûye û diyar dike, “Ez ji ber xoşevîstiya hunermendê Kurd hatim. Ji ber ku zimanekî me yê taybet heye ku gotin pê nayê kirin, ruhanî ye. Girîng e ku em zêdetir bigihin hev. “
Materyalên hunermendên Kurd ên bo sazkirina peykeran jî zêde ne ku ev jî dar, kevir, gronz, granît e.
Peykersaz Îdo Hûsên ku ew jî ji Rojavayê Kurdistanê ye û diyar dike, “Her peykerek tiştek e, ez dixwazim tiştekî nû çêbikim, ez kevirên xwezayî çê dikim û ez rengan lê nakim, rengê wî xwezayî ye. Ez li ser kevir kar dikim ku dixwazim bibînim rengê kevir çawa ye.”
Beşek ji wan di dema pêşangehê de kar dikin. Bi motorên elektrîkî destpêkên karên xwe yên hunerî berhev dikin.
Karkirina li welat û diyasporayê ji hev cuda ye. Peykersaz Jiyan jî ji Rojavayê Kurdistanê ye û xebata li welat û derveyî welat dide ber hev û dibêje atolyeya wan hebû, xelkê ew nas dikirin û diyar dike, “Min bi hêsanî karê xwe dikir, derûdora min dibûn alîkar, lêbelê li vê derê min hêj bo xwe rêya şêwekariyê nedîtiye. Cudahiyeke gelek mezin heye.”