11 zarok û neviyên Dayê Melek di erdhejê de mirin; ew 10 roj in digirî

.

 Di erdheja 6ê Sibatê ya li navçeya Islahiye ya Dîlokê de mala Dayê Melek û hevjînê wê ku nêzî berî 50 sal in ava kiribûn, di nava çend xulekan de hilweşiya. Hêsirên wan ji bo windahiyeke mezintir in ku ew jî windakirina keçek, hevjînê wê û sê zarokên wan e, wate pênc endamên malbatekê, ji wê malbatê tenê zarokekî 12 salî, Husên sax maye.

Melek Omer got, “Keça min û hevjînê wê û zarokên wan tev mirin, ev demeke dirêj bû zarokên wê çênedibûn û li ser zarokan dimir. Ew di xew de bûn, zarokê wê li ser milê bavê xwe bû û di xew de li cem diya xwe bû, xanî bi ser wan de hilweşiyaye.”

Mala keça Mam Tewfîq li navçeya Nûrdaxê bûye, wî ji Rûdawê re got, tu carî ji bîra wî naçe ku daxwaza dawî ya Nazê ew bû ku bavê wê ji bo mala wê kenepeyekê çêbike.

Bapîrê Husên Tewfîq Mihemed anî ziman, “Karesateke pir mezin bû, Xwedê careke din nede.”

Tîma Rûdawê ji bo dîtina Husên çû navçeya Nûrdaxê. Cenazeyên dê û bavê wî, xwişkeke yek salî û du birayên 15 û 9 salî, piştî sê rojan ji bin kavilên mala wan hatin derxistin.

Hesen Topak li ser şeva erhejê got, “Şeva erdhejê em li mala birayê xwe rûniştibûn. Di derdora demjimêr 10:00an de me xwest em derkevin. Husên ji dê û bavê xwe re got ku ew dixwaze here mala apê xwe.”

Husên niha li cem diya bavê xwe, dapîra xwe ye, êşa Doneyê ne tenê wendakirina kurê xwe, bavê Husên û sê zarokên wî ye, her wiha kurekî din, hevjîn û çar neviyên xwe jî winda kiriye. Di erdheja 6ê Sibatê de ji malbatê bi giştî 11 kesan canê  xwe ji dest dane.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Şîdeta li ser jinan şerm û rûreşîyek e û tawaneke li dijî mirovahîyê ye
Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye