12 eyaletên Dewletên Yekbûyî ji bo rawestandina bacên bilind doz vekirin

.

 Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Arizona heta New Yorkê 12 eyaletan serî li dadgehan dan û baca gumrikê ya bilind a rêveberiya Donald Trump "neqanûnî" dîtin.

Li gorî nûçeya CNNê, eyaletên Arizona, Colorado, Connecticut, Delaware, Illinois, Maine, Minnesota, Nevada, New Mexico, New York, Oregon û Vermont ji bo betalkirina bacên bilind tedbîrên qanûnî girtine.

Di daxwaznameya ku di doza ku li Dadgeha Bazirganiya Navneteweyî ya Amerîkayê ya li New Yorkê hat vekirin de, eyaletan îdia dikin ku polîtîkayên baca bilind ên rêveberiya Trump neqanûnî ne û van pêkanînan di aboriya Amerîkayê de kaos aniye.

Di daxwaznameyê de ku tê îdiakirin baca gumrikê "li ser Amerîkiyan bi awayekî neqanûnî hatiye sepandin" hat îdiakirin ku rêveberiya Trump "nîzama destûra bingehîn xera dike" û hat xwestin ku "baca gumrikê" bi dawî bibe.

Serokê Amerîka Donald Trump di 2ê Nîsanê de ragihandibû ku Amerîka wê baca gumrikê li ser welatên din bisepîne û rêjeyên baca gumrikê yên bingehîn û rêjeyên baca gumrikê yên ku li gorî welatan diguherin ragihand.

Trump ku bertek nîşanî zêdekirina baca gumrukê ya Amerîkayê da û baca li ser Çînê ji sedî 145 zêde kir, ragihand ku ji bo hevkarên din ên bazirganiyê bacên zêde ji bo 90 rojan hatin rawestandin.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye