Ji mamosteyên ku li Diyarbekirê bi tohmeta propagandaya rêxistinê hatibûn binçavkirin, 12 ji wan ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.
Ji 15 mamosteyên ku îro danê sibê hatibûn binçavkirin, 12 ji wan hatin berdan û 3 mamoste jî piştî îfadeya wan a dozgerîyê bi daxwaza girtinê şandin ber dadgehê.
Hefteya borî jî 26 mamoste hatibûn binçavkirin ku 11 ji wan hatibûn berdan.