120 hezar Donim genimê Rojavayê Kurdistanê şewitîne

Desteya Çandinîyê ya Rêveberîya Xweser ragihand, heta niha zêdetir ji 120 hezar Donim ji zevîyên çandinîyê yên Rojavayê Kurdistanê şewitîne.

Navenda Nûçeyan - Hevserokê Desteya Çandinîyê di Rêveberîya Xweser de Selman Barûdo ji K24 ragihand, ta nuha nêzîkî 120 hezar Donim dexl û danên cotkaran şewitîne ku piranîya wan li gundewarê Til Temire li gundên Qasimîyê, Rîhanîyê û Dawdîyê ne.

Amaje bi wê da, tevî Rêveberîya Xweser ji bo parastina zevîyan ji şewatê hemû tedbîr girtine, lê ta niha bi dehên hezran ji zevîyên genim û ceh li seranserî Rojavayê Kurdistanê şewitîne.

Demek e agir bi dexl û danên cotkarên Rojavayê Kurdistanê dikeve, berpirsên Rêveberîya Xweser jî artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên ser bi wê û şaneyên razayî yên DAIŞê, bi şewitandina dexl û danê cotkaran tometbar dikin.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e