13 jin û zarokên êzdî radestî Encûmena Şingalê bûn

Mala Êzdiyan li Cezîrê 13 jin û zarokên kurd ên êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, radestî Encûmena Şingalê kir.

Mala êzdiyan li Cezîrê 13 jin û zarokên kurd ên êzdî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, radestî Encûmena Şingalê kir.

Bi amadebûna nûnerên ji Mala êzdiyan û Rêveberiya Hesekê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mala êzdiyan 13 jin û zarokên êzdî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, radestî Encûmena Şingalê kir.

Piştî rizgarkirina tevahiya navçeyên rojhilatê Firatê û bidawîhatina desthilata DAIŞê li Baxozê, HSDê karî bi dehan jin û zarokên êzdî yên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, rizgar bikin.

Herwiha Piştî rizgarkirina wan, Mala êzdiyan li Rojavayê Kurdistanê serperiştiya veguhastin û vegera rizgarbûyan bo kesûkarên wan dike.

Di meha Nîsana bûrî de Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên kurdên êzidî ragihand, ji destpêka dagîrkirina Şingalê di 3ê Tebaxa sala 2014an ve 6 hezar û 417 kes hatibûn revandin. Heta niha 3 hezar û 476 kes hatine rizgarkirin û çarenivîsa 2941 kesan nediyar e.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne