Ehmed Eskerî ragihand ku di nav du rojên derbasbûyî de 15 efserên piledar li Kerkûkê li ser gendeliyê hatin desteserkirin, efserên ku hatin desteserkirin, pileyên wan di bin raîdiyê de ne.
Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî herwiha eşkere kir: “Li Kerkûkê gendeliyeke mezin heye, lewma tê çaverêkirin ku girtina kesên din jî li pey were, em hêvî dikin ku dizên mezin jî bigrin, lê ez bawer nakim dizên mezin bigrin.”
Desteserkirina wan kesan bi fermana Desteya Nezahe ya Iraqê bûye û hêzên dije-teror jî fermana wan bi cih aniye.