15 hezar mamoste tên tayînkirin: Ji Kurdî re 6 kontenjan hatine veqetandin!

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 15 hezar mamosteyên nû tên tayînkirin lê Wezareta Perwerdeyê 6 kontenjan ji dersa zimanê Kurdî re veqetandine.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê îro li ser malpera xwe ya fermî kontejanên 15 hezar mamosteyên ku dê li dibistanan bên tayînkirin belav kir.

5 kontenjan ji zaraveya Kurmancî re û 1 jî ji zaraveya Kirmanckî (Zazakî) re hatine veqetandin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan 15ê Nîsana 2025an ragihandibû ku dê 10 hezar ji wan li Akademiya Perwerdeya Millî û 15 hezar ji wan jî li dibistanan bi giştî 25 hezar mamosteyên nû li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên tayînkirin.

Di demekê de ku li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsa Kurd “pêvajoyekê nû” dest pê kiriye, çavê Kurdan û mamosteyên Kurdî li wê yekê bûn ku hikûmet vê carê zêdetir girîngiyê bi Kurdî bide û kontejaneke zêde bide mamosteyên Kurdî.

Li gorî wê lîsteyê tenê 6 kontejan ji Kurdî hatine veqetandin û 5 ji wan ji bo Kurmancî û 1 ji wan jî bo Kirmanckî ye.

Ev di demekê de ye di heman lîsteya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê de ji bo Îngilîzî 757, ji bo Tirkî 623, ji bo Erebî 51, ji bo Almanî 23, ji bo Rûsî 9 û ji bo Farisî jî kontejanek hatiye veqetandin.

Li gorî zanyariyan heta niha ji 4 zanîngehên Bakurê Kurdistanê yên lîsansê zêdeyî 800 û li gel yên beşên masterê jî derdora 2 hezar mamosteyên Kurdî derçûne.

Ji wan tenê derdora 199 mamoste li dibistanan hatine tayînkirin lê piştre 45ê wan dest ji mamostetiya Kurdî berdane û 30 ji wan jî li navendên Perwerdeya Gel kar dikin.

Heta niha li hemû dibistanên li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tenê derdora 124 mamosteyên Kurdî hatine erkdarkirin.

Li Tirkiyeyê ji sala 2012an ve li dibistanên navendî dersên Kurdî wekî dersên bijarte têne dayîn û mamosteyên Kurdî li dibistanan di bin banê dersa Zarava û Zimanên Zindî de dikevin dersên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî.

Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê sala borî 31 hezar û 199 xwendekaran dersa bijarte ya Kurmancî û 3 hezar û 805 zarokan jî dersa Kirmancki (Zazakî) hilbijartibûn.

2024an bi giştî 35 hezar û 4 xwendekaran dersên Kurdî hilbijartibûn.

Li gorî amarên salên borî amara hilbijartina dersên bijarte sal bi sal zêde dibe lê li hemberî wê wekî pêwîst mamosteyên Kurdî nayên tayînkirin.

Kurdistan Haberleri

Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Sûriyeyê biterikînin
BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê
49 leşkerên Kurd çûn başûrê Kerkûkê
Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê civiyan
Pentagon: Em dê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê kêm bikin