16 sal li ser karesata 1ê Sibatê re derbas bûn

Îro 16 sal bi ser şehîdbûna serkirde û Pêşmergeyên Kurdistanê li Hewlêrê derbas bûn.

Navenda Nûçeyan- Di 01. 02. 2004an roja cejna qurbanê terorîstan 2 teqînên xwekujîyê li Liqa 2 ya PDKê û li Melbenda 3 ya YNKê pêk anîn.

2 endamên rêxistina El Qaîdêyê ew teqîn pêk anîbûn û di encamê de 101 serkirde û Pêşmergeyan, herwiha bi dehan hemwelatî jî birîndar bibûn.

Li herdû baregahên serkirdeyên sîyasî bi minasebeta cejna qurbanê cejna millet pîroz dikirin. Goya ew rêxistinên îslamî serkirdeyên kurd kirin armanc.

Li parka Sami Abdurrhman ku ew bi xwe jî şehîd bibû peykerek momentek hatîye çêkirin û navê 101 şehîdî lê hatîye nivîsandin. Di 1ê SIbatê de ew şehîdên Kurdistanê tên bîranîn.

Biryare îro ji alîyê wezareta şehîd û enfalbûyan a hikûmeta herêma Kurdistanê û bi hemahengîya li gel parêzgerê Hewlêrê 16.mîn salvegera şehîdên wê karesatê bi merasîmekê birêve biçe.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e