Li dijî danîna qeyûman bo hersê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê, 184 rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û rewşenbîran daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û ragihandin ku ew wê biryarê nas nakin.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em derbeya li dijî serokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatiye kirin, wek li beramberî me hatiye kirin dibînin.” Di daxuyaniyê de ku bi ser navê “Bêdeng nebe, eger bêdeng bî dor digihe te jî” hatiye belavkirin, tê diyarkirin ku demokrasiya jar a Tirkiyê careke din bi dijwarî hatiye birîndarkirin.
Her 189 rewşenbîr tekez dikin ku biryara danîna qeyûman nasnakin û dibêjin: “Em darbeya li dijî serokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatiye kirin, wek li beramberî me hatiye kirin dibînin. Em vê biryarê nasnakin. Em li dijî vê zilmê derdikevin. Em dibêjin, sibe dor digihe yên îro bêdeng dimînin û bang dikin, bêdeng mebe, eger bêdeng bibî sibe dor digihe te."
Herwiha bang li mirovên bi wijdan dikin ku bêdeng nemînin û dibêjin: "Her li çi cihekî cîhanê be, em bangê li hemû kesên baweriya wan bi îradeya gel, mafê hilbijartinê, azadiya ramanê, serdestiya hiqûqê û hestê edaletê heye dikin ku li beramber vê zilmê rawestin."