19 mehan ‘’Pijman’’ daxwaza dîtina wêneyekî kurê xwe dikir, lê nehiştin bibîne û ew darvekirin

.

Pijman Fatîhî ku yek ji wan çar Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê yê ku îro 29.01.2024ê ji aliyê Îranê ve hat darvekirin bû û di hevdîtina dawî ya li gel dayîka xwe de gotiye, ev 19 mehe ez hatime girtin, gelek caran min daxwaza wêneyekî kurê xwe yê bi navê Sebah kir ku nîşanî min bidin, lê ji wî re gotine ku dema ku bê darvekirin dê wêneyê kurê wî nîşan bidin.

Duh 28.01.2024ê, piştî 19 mehan li girtîgehê mayînê, malbatên wan çar girtiyên siyasî yên kurd ji bo cara dawî zarokên xwe bibînin hatin bang kirin û 10 hûrdem ango deqîqeyan rê ji wan re hate dayîn ku ew girtî li gel malbata xwe hevdîtinê bikin û îro jî serê sibehê demjimêr 05:00ê hatin darvekirin.

Berî naha jî kurê Pijman Fatîhî gotibû heta ku bavê min neyê azad kirin ez pora xwe ango pirça xwe çênakim. Lê bi kula nedîtina bavê xwe û bicîh nehatina wê awata xwe ve îro cara dawî malavayî li bavê xwe kir.

BasNews

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî dema konferansa neteweyî diyar kir
Serok Barzanî: Papa Francis rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû
Li Tirkiye Xelk nikare deynan bide: Dosyayên îcrayê 23 milyon derbas kirin
Dadgeheke Îraqê biryara girtina parêzgarê berê yê Kerkûkê da
'Ji 31 goran cenazeyên 1700 şehîdên Kurd hatine derxistin'