2 komên mezin ên cîhadîst: Em rêkeftina Îdlibê red dikin

2 komên din ên mezin ên cîhadist jî ragihandin ku ew rêkeft,na Soçiyê red dikin û çekên xwe danayînin. Rêxistina Ceyşul Îzze gef li Rûsyayê xwar û got: Em nahêlin ku rêya di navbera Lazqiyê û Helebê bê vekirin.

Li gor çavkaniyên Artêşa Azad a Sûriyê ku Tirkiyê piştgira wan e çekdarên cîhadîst ên li Îdlibê berdewam in rêkeftina Rûsya û Tirkiyeyê nas nakin û çek danayînin.

Rêxistina Ceyşul Îzze ya girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê ango ÖSOyê ye ku li Başûrê Îdlibê û li Bakurê Hamayê çalak e, bi daxuyaniyeke fermî ragihandiye ew rêkeftina Îdlibê ya di navbera Erdoğan û Putinî de hatibû îmzekirin red dikin.

Rêxistinê diyar kiriye ew ê ji herêma ku weke 'herêma bêçek' hatibû diyarkirin venakişin û heta rejîma Sûriyê hemû girtiyên di zindanê de serbest bernede, ew ê rêya Lazqiyê û Helbê jî venakin.

Li aliyekî din Feylaq el Şam nûçeya SOHRê derewand û got ew ê pozîsyona xwe ya li Rojavayê Helebê û Başûrê Îdlibê biparêzin û çekên giran venakişînin. 

Berî niha jî rêxistinên weke Hurras el Dîn a girêdayî El Qaîdê, Partiya Îslam a Turkîstanê, Cebhetül Ensaruddîn a ji Çeçenan pêkhatî jî ragihandibûn ew rêkeftina Îdlibê red dikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin