2 sal û nîv ceza dan Prof.Dr. Şebnem Korur Fincanciyê

Bi hinceta ku danezana 'Em nabin şirîkên vî sûcî' îmze kiriye, bi tohmeta propagandaya rêxistina terorê, bêtaloqkirî 2 sal û nîv ceza ji Prof. Dr.Şebnem Korur Fincancıyê re hat dayîn.

Bi hinceta ku danezana 'Em Nabin Şirîkên Vî Sûcî' îmze kiriye, Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, bi tohmeta propagandaya rêxistina terorê dihat darizandin.

Di danişîna dawî de hin dokumantên nû tevlî dostayê hatibûn kirin ku ji raporta TİHVê ya li ser bûyerên li Cizîrê û hevpeyvînên rojnameyan pêk dihatin.

Di danişîna ku li 37emîn Cezaya Giran a Stenbolê de hat dîtin de, Fincanciyê got:

"Ez şerm dikim ku têkoşîna heq û heqîqetê bûye sûcek. Di dadgehên ku ez baweri dikim ne bêalî ne de, cezakirina belgekirinên binpêkirinên mafên mirovan û daxwaza aştiyê ku li gor hiqûqa navneteweyî ne sûc in, ji me hemuyan re nîşan dide ku mafên mirovan ku divê bi rejîma hiqûqê were parastin, tê piştguhkirin. Daxwaza aştiyê ne sûc e û sûcdarkirina we red dikim."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin