200 malbatên Kurd ji Lubnanê vegeriyan Efrînê

.

Hate ragihandin ku îro 30yê Cotmehê du malbatên din ên koçberên Kurd ji Lubnanê vegeriyane Efrînê û hejmara malbatên ji ber şerê Îsraîl-Hizbullahê vegeriyane gihîştiye 200 malbatan.

Ji destpêka şerê Lubnanê û êrîşên Îsraîlê ve, bi dehan ji malbatên Kurd ên penaber vegeriyane Efrîn, Heleb û Şehbayê.

Çalakvan Mistefa Şêxo Welat TVyê re ragihandiye ku hejmara malbatên Kurd ên ji Lubnanê vegeriyane gihîştiye 200 malbatan, lê ew niha di rewşeke zehmet de jiyana xwe didomînin. 

Şêxo daye zanîn ku komên çekdarên li Efrînê astengiyan li pêşiya malbatên vedigerin Efrînê derdixin û milkên wan li wan nayên vegerandin.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir