220 malbatên DAIŞiyan dê ji Kampa Holê bên derxistin

.

- Rêveberiya Kampa Holê ya li bajarê Hesekê ragihand ku niha ew lîsteyên 220 malbatên DAIŞiyên ji Reqayê ku li kampê dimînin amade dikin.

Li gor Rêveberiya Kampa Holê ew dê 220 malbatên DAIŞiyan ên ku ji Reqayê ne di rojên pêş de ji kampê derxin.

Di Nîsana borî de, rûspî û serokên hozên Reqayê lîsteyeke ku navên 220 malbatên DAIŞiyan ên ji parêzgeha Reqayê ku li Kampa Holê dimînin tê de ne, ji Rêveberiya Kampa Holê re şandibû daku wan vegerînin cih û warê wan û tevlî civakê bikin.

Di 4 salên borî de, zêdetirî 800 malbatên DAIŞiyan şandine Reqayê lê li gorî çalakvanan heta niha ew malbat di rewşeke zêde xirab de dijîn û bi taybetî civak bi çavekî kêm li wan dinêre.

Kurdistan Haberleri

Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!
2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye