Weke tê zanîn di jiyana miletan de, di jiyana gel û xelkê de, di jiyana kes û kesayetiyan de, hin rojên weha hene ku qet nayên ji bîr kirin û dive neyên ji bîr kirin. Ji ber ku hin ji rojên weha bi taybetî qedera miletekî û jiyaneke nû bo xelkê xwe tîne holê.
Di jiyana gelê me de jî gelek rojên weha hene. Divê em hemûyan jî bi bîr bînin lê hin roj hene ku taybetmendiyên wan zêde, qîmet û rûmeta wan bêtir e. Ji ber vê ye divê rojên weha bibin roja neteweyî ku ew roj her sal di dem û wexta xwe de bê pîroz kirin.
Ji ber ku em kurd bê dewletin, loma gelek rojên bi qîmet, em bi bîr naynin û gelek ji wan têne an hatine jî bîr kirinê. Heger em xwedî dewleta xwe bana, wan rojên ku em pê serbilind û şad bûn wê yek bi yek bihatana bi bîranîn.
Ji roja welatê me perçek kirine û heta niha, gelek rojên ku divê em wan weke roja cejnê, weke roja azadî û xelasiyê bi bîr bînin hene û heye.
Di jiyana gelê me de gelek rojên li hember dagirkeran serî hildan, rojên berxwedanê, rojên mêrxasî û tekoşerên me jî hene lê mixabin hemû ango bêtirî wan ji ber bê dewletî hatine ji bîr kirin. Divê em weke milet wan rojên xwe, tekoşerên xwe, qehremanên xwe jî tu caran ji bîr nekin û wan bi bîr bînin.
Lê li gor min çar roj, çar dem û çar tekoşîna gelê me heye ku divê neyê ji bîr kirin. Yek ji wan roja damezrandina komara kurd li Mahabadê, Şoreşa îlon û Gulanê û ya herî talî ku divê qet û qet neyê ji bîrkiinê roja referandûma ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê bû ku di 25.9.2017an de pêk hatibû.
Çima ev roj?
Ji ber cara ewil bû ku gelê kurd, xelkê me, însanên me, kurdên bi hesreta azadî û serxwebûna Kurdistaneke azad û serbixwe bûn, bi dengên xwe, bi helwestên xwe, bi cahd û berxwedanên xwe di vê rojê de gotin: "Em Kurdistaneke serbixwe û dewleta xwe dixwazin."
Ev helwest, ew dengdan bû dengê gelê me yê azadîxwaz û dewletxwaz. Di vê rojê de gelê kurd, xelkê me yên başûrê kurdistanê gotin: "Êdî bes e em jî dewleta xwe dixwazin." her weha ev mafekî rewa yê miletê kurd e.
Di vê rojê de û bi wê dengdanê de gelê me ji hemû cîhanê re diyar kirin ku ew jî dixwazin bibin xwedî dewleta xwe. Ji ber ku di jiyana gelê kurd de tiştekî weha care yekem pêk hat û divê de deng, reng û helwesta xelkê me diyar bû. Lewra divê ev roj bibe roja neteweyî ya gelê kurd.
Vê rojê dengê damezrandina dewleta kurdî di qada navneteweyî de berz kir û da qebûl kirin. Di vê rojê de hemû kurdan xwe ji bona wê amade kirin û li başûrê kurdistanê miletê me ji cihanê re gotin bes e.
Lê qey dijminê gelê me çi yên hundir û çi yên ji derve ma wê rehet rûniştana? Helbet na, ev rewş ji roja biryara referandûma ji bona serxwebûna kurdistanê hate dayîn, dihat zanîn. Lê dibe ku û wê hêrs û qaweta welatfiraşan baş nehatibû hesibandinê.
Ji ber vê bû ku dijminên gelê me li gel hevalendên xwe yên kurd, ji bona têkbirin û ne biserketina wê rojê çi ji wan hat kirin.
Li gor biryarên xwe û bi destê cahş, xaîn û xwe firoşên Kurd welat ji nû de wêran kirin, perçe kirin, talan kirin û xwest gelê kurd bê hêvî bibe. Her weha gelek bê hêvî jî bûn. Divê dijmin bizanibin gelê kurd û bi taybetî Barzaniyan gelek bûyerên weha derbas kirine û her careke din bi hêzeke mezintirîn û bi qawete xurtir tekoşîna gelê xwe domandinin.
Daxwaza xaîn û xwefiroşên kurd û dagirkerên me ew bû di 16 cotmeha sala 2017an de tiştekî weha bikin da ku kurd şerê hev bikin, di şerekî weha de wan jî dizanîbûn ku wê xwîn weke ava Dicleyê biherikiya. LÊ...
Lê bi helwest û biryara serokê kurdistanê brêz Mesud Barzanî û bi dîplomasiya brêz Nêçîrvan Barzanî ew daxwaza dijmin weke gelek caran vê carê jî weke hesiyekî serî tûj di qirika wan de ma û wê her bimîne.
Her çiqasî me kurdan gelek tişt di wê kerasetê de wanda kir jî, lê kurd fêr bûne ku piştî wendakirinê bi awayekî xurtir rabin ser xwe. Niha jî ev dibe û wê bibe.
Ji ber vê ez weke rewşenbîr û nivîskarekî gelê xwe weke Bûbê Eser pêşniyar dikim ku ev roja bibe roja neteweyî ya gelê kurd. Bila her car roja 25 îlonê weke cejna kurdan ya neteweyî bê pîroz kirin.
Ji ber ku vê rojê diyar kir ku gelê kurd êdî dixwaze dewleta xwe damezirîne û li welatê xwe bi awayekî azad bijî. Vê rojê hizra neteweyî ji nûde di nava her çar perçên kurdistanê de geş kir.
Gelê kurd çawa bi guleya ewil ya şoreşa îlonê ji nû de şiyar bû û tirsa li ser xwe avêt, çawa di şoreşa gulanê de hîmê damezrandina dewleta kurdî hate avêtin û roja pêkhatine referandûmê de jî daxwaza damezrandina dewleta kurdî ya serbixwe ji raya cîhanê û ya kurdan re hate ragihandinê ku kurd serxwebûna xwe û dewleta xwe dixwazin.
Ev roj berhemek ji berhema rêbaza Barzaniyê nemir e. Loma daxwaz dikim ku hukumeta kurdistanê vê bike roja neteweyî ya gelê kurd.
Divê Kurd bê hêvî nebin ango xwe bê hêvî nekin. Ji hatina roja xweş re hindik maye. Bêhêvîtî mirin e, loma ez naxwazim kesên me yên dewletxwaz bi vê bijîn...