Pirtûka pîroz ya Japonîyan Kujiki, li kultûra gelek gel û welatan, kitêb û pirtûk û destûr û peyrewên kevin girîngî û pîrozîyeke xwe ya taybetî heye û ji alîyê take kesên wê civakê ve rêzeke zêde li wan tê girtin. Dibe ku van kitêban pêşeroj û jan û êş û azarên wan gelan tomar kiribe. Wate pîrozîyên wan bi sedema ewe nîne, ku kitêbekî olî bin, belkû bi sedema tomarkirina dîroka wê welatî û gihandina bi nifşên nû, bûye kitêbekî girîng û pîroz. Ji ber ku zanyarîyên berê û pêşeroja wî gelî li nifşek bo nifşeke din veguhestîye. Japonî jî gelek şanazîyê bi kitêba xwe ya Kojiki an ku Furukotofumiî dikin ku wateya wê bi dîyarîkirî dike rûdan û serhatên berê.
Ev kitêb bi taybetê li cem peyrewkarên ola Şînto(Şîntoizim) pîrozîyekî yekcar zêde heye û dîroka nivîsîna wê sala 680ê berî zayînê vedigerê. Wate temenê wê dû hezar û 700 sal berî niha ye ku li wê serdemê de sîstema Împaratorîyeta Japonî reg û bingeha xwe li dilê Japonîyan de pejirand û heta îro jî berdewamîya xwe heye.
Ev kitêb ji alîyê O no Yasumaro ve hatîye nivîsîn û radesta yekem Împaratorê Japonê li sala 680ê berî zayînê kirîye û wî jî li piştî xwe daye împaratorên cîhgirên xwe û bi vî awayî ji nifşek ji bo nifşeke din hatîye veguhestin, heta rewş gihîşt wê astê ku bû sembolekî mezin. Her kesek bibe împaratorê Japonê û xwedîyê vê kitêbê nebê, Her çende hêz û desthilat û artêş û dirav û zêr û gewherên wî jî hebe nabe bi împarator.
Naveroka kitêbê ji sedan çîrokên efsaneyî û helbest û serhatîyên seyr û xerîb û sîhrî û gengeşe û şerên xwedawendên kevin li ser giravên zêdeyên Japonê pêkhatîye. Her wiha behsa yekxistina hemû giravan û Japonê bi hûrî vedigêrê, bi tevahî serhatên efsaneyîyên gelê Japone tomar kirîye. Lê belê bi bawerîya Japonîyan, bingeha yekxistina Japonê û dirustkirina welatê wane, ji bo wê yekê bi kitêbekî pîroz bi nav dikin.
Ev kitêb çîrokên efsaneyî yên xwedawendan ya li dirustkirina Japonê û yekxistina hemû giravan li çarçêweya desthilatdarîyê de tomar kirîye.
Peyrewên Şînto li Japonê dibêjin, nivîsîna kitêbekî bi vî awayî bi hûrî û pir li zanyarî û rastîyên berê û dîroka wan, naçê eqil ku berhemê mirovan bê. Belkû li wê bawerîyêdane ku xwedawendan piştî gengeşeyên xwe vê kitêbê nivîsîne û bi gelê Japonê dane, da ku êdî ji gengeşeyan fêr bibin û êdî şer û nakokîyên li navbera xwe dûbare nekin. Her eve jî wiha kir piştî damezrandina împaratorîyeta Japon, cûdabûn û cûdaxwazî bi tawaneke mezinê Japonîyan tê zanîn. Ji bilî gengeşeyên sîyasî û şerê navxweyî, lê belê tu demekî bîr û hizra perçekirin û dabeşkirina Japonê û xîyanetkirina li welatê xwe ji bo berjewendîya Çîn û Korîya nekirine.
Dîroknivîs û şareza dûpat li wê yekê dikin ku hizr û bîr û ramana vê kitêbê gelek girîng û stratejîyane bû, nivîskarê wê zanîye, eger meseleya cûdaxwazî û şer û nakokîyê bi xwedawendan û efsaneyan ve neyê girêdan, ku egera xîyanetkirina li xelkê Japonê wan ber nifîn nefreta xwedawendan dibe. Eger ev stratejî û çîrok nebûya Japon bi vî awayî xwe nedigirt û heta niha nedima. Ji bo wê yekê ji bilî wê yekê ku çîrok gelek efsaneyî û sîhrîne û tu belgeyek li ser rûdanên nava kitêbê li rastîyê de nehatine dîtin. Lê belê ev kitêb bandoreke mezin li ser bîr û raman û bawerîya xelkê de dirust kirîye û bûye bihêztirîn sedem û piştevanê xelkê Japonê û împaratoran. Piştî ji dayikbûna nifşên nû her ji zarokîyê ve ew fêrkirine ku serhildan û dijî derketina li împaratorîyeta Japon bi tawanekî mezin li dilê mirov diçespîne û eve jî wiha kirîye ew dîyardeye bi tevahî ji holê bê rakirin.
Bi navê xwedawendan ve sizayên giran ji bo wan kesên ku xîyanetê li axa xwe dikin hatîye danan. Eve jî bûye sedema wê yekê ku Japonî tu demekî bîr û hizra xîyanetkirin û perçekirin û dabeşkirina welatê xwe nekin.
Pirtûk ji sê beşên serekî pêkhatîye, ku ya yekem çîrokên sîhrî û efsaneyên dirustbûna Japon û hemû giravane ji alîyê xwedawendan ve. Paşê jî bi girêdayîmayîna bi împaratorên Japone û bi parêzerê yek perçeyîya Japon û navê împaratoran wekî nûnerê xwedawendan bikaranîye.
Beşa dûyem ji çîrok û dîroka împarator Jîm pêkhatîye ku li wê serdemê de Konfuçyusî li Japonê belavbûye û Japon pêşketineke gelek baş bi xwe ve dîtîye û bi tevahî li hemû warek de geşbûye û li gor desthilatên dewruberên xwe gihîştîye lûtkeya desthilatdarî û xweşguzeranîyê. Sêyem beş jî behsa serdema nivîsîna kitêbê dike ku li ser zimanê xwedawend û împaratoran çendîn rênimayî û têbînî û pêşbînîyên di derbarê Japonê têda xistine rû û hemû çîrok jî gelek bi hûrî kar li ser yekgirtîya xelkê Japonê kirîye, beranber bi gef û karesatan ku rûbirûyê wan dibin û van karesatan bi taqîkirina xwedawendan bi nav dike ku dixwazin li rêya wan giriftan ve xelkê taqî bikin û bizanin dest li yekgirtîya di navbera xwe berdidin, berbelav dibin yan na û rênimayîya xwedawendan dişkînin, yan her bi yekgirtî dimînin, li beranber wê yekê ku pabendî rênimayîya xwedawendan û dabeşbûna Japonê jî komek sizayên gelek giran û efsaneyî ji bo Japonîyan beyan kirîye ku bi wan sedeman hemûyan tirseke mezin û zêde heye. Bi vê awayî hîç Japonîyek newêrîye bîra xîyanetkirina li welata xwe bike.
RojevaKurd