28 sal ji ser ‘Komkujiya Sêwasê’ derbas bû!

.

 28 sal ji ser komkujiya Sêwasê derbas bû. Di komkujiyê de 37 kesan can dabûn. Ji bo bîranîna komkujiya Sêwasê îro li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakî pêk hatin.

Piştî ewqas dem ji ser derbas bûye jî, hê berpirs û kujerên 37 kesan nehatine girtin û darizandin.

Di 2ê Tîrmeha 1993an de li Hotêla Madimak a bajarê Sêwasê, di bûyereke şewatê de 37 kes ku piraniya wan nivîskar, hunermend û kesayetên Elewî bûn, şewitîn, can dan. Du kesên ku di bûyerê de şewitîn êrîşkar bûn.

Ew bûyer di nava xelkê de û li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi giştî weke “Komkujiya Sêwasê” tê binavkirin.

Rûniştvanên bajarê Sêwasê yê Bakurê Kurdistanê piranî Elewî û Sunne mezheb in.

Wê demê komeleya Elewiyan û kesayetî û şaîr û rewşenbîr û nivîskarên Elewî dixwestin beşdarî Festîvala Pîr Sultan Ebdal bibin, ku ji aliyê Komeleya Kulturî ya Pîr Sultan Ebdal ve hatibû organîzekirin.

Îslamiyên radîkal bi encamdana wê komkujiyê têne tometbarkirin, lê belê derbarê bûyerê de ti lêkolînek nehate kirin û ew bûyer li pişt perdeya tarî veşartî ma.

Dosyeya komkujiya Sêwasê piştî 20 salan, bi sedema ku dem di ser re derbas bûye, hate girtin û heya niha jî ti lêkolînek an encamên lêkolînekê derbarê bûyerê de nehatiye belavkirin.

Du roj berî ku ew bûyer çêbibe, li bajarê Sêwasê belavokek hatibû belavkirin û têde amaje bi wê yekê hatibû kirin ku di rojnameya Aydinlik de ku wê demê nivîskar Aziz Nesin sernivîskarê wê bû, behsa pirtûka Ayetên Şeytanî ya Selman Ruşdî hatiye kirin û Aziz Nesîn weke hedef hatibû nîşandan.

Aziz Nesîn roja 1ê Tîrmehê di merasîma destpêkirina festîvalê de amade bibû.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir