Di Festîvalê de wê fîlmê “Kurdên Êzidî” yê di sala 1933yan de hatiye kişandin, cara pêşiyê bê nîşandan.
2yem Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê wê di navbera 24 û 29ê Adarê de pêk were. Festîval cara pêşiyê di sala 2019an de pêk hatibû û ji ber pandemiyê careke din li dar neketibû.
Ji bo naveroka Festîvalê aşkere bikin, Komîteya Festîvalê li avahiya Yapim13ê ya li Elmadaga Stenbolê civîneke çapemeniyê pêk anî. Li ser navê Komîteyê Adar Taş axivî û got ku ew ê di 24ê Adarê de festîvalê bidin destpêkirin.
Bername wê 24ê Adarê bi nîşandana filmê “Kurdên Êzidî” destpê bike. Amasi Martirosyan ev fîlm di sala 1933yê de kişandiye û heta niha li Tirkîyeyê û li deverên din ên kurdan nehatiye nîşandan. Temaşevan heta 29ê Adarê wê bikaribin nêzîkî li 30 fîlman temaşe bikin. Li gorî zanyariyên ku Komîteya Amadekar dane, 80 fîlm ji bo festîvalê ji wan re hatine şandin. 10 kesên ji ekîba wan nêzîkî 30 fîlm ji nava wan hilbijartine ku metraj-kurt, metraj-dirêj û belgefîlm jî di nav de hene. Ev 30 fîlmên hatine hilbijartin wê di rojên Festîvalê de werin nîşandan.
Her weha wê bi beşdarbûna derhênerên fîlman civîn pêk werin.
Bernameya vekirin û girtina festîvalê wê li Navenda Çandê ya Şîşliyê li dar bikeve. Ji bilî van herdu bernameyan wê fîlmên din li Sînemaya Beyoglû Majestîkê werin nîşandan.
Endama Komîteya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê Adar Taşê di civînê de behsa astengiyên li pêş sînemaya kurdî kir û diyar kir ku ew ê di nava van şert û mercan de festîvala xwe ya duyem pêk bînin:
“Hîna jî fîlmên kurdî salonan nabînin û tên sansurkirin”
“Me di sala 2019an de cara yekem di bin navê Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê de Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê li darxist. Beriya festîvala yekem me ferq kir ku sinemagerên Kurd filmên ku kişandine nikarin bi hêsanî di salonan de bidin nîşandan. Heger fîlmên wan bihatana nîşandan jî ji mekanîzmaya sansurê re derbas dibûn. Niha jî em nikarin bibêjin ku fîlmên kurdî salona dibînin û rastî mekanîzmayên sansûrê û qedexeyan nayên. Ev mesele û pirsgirêk hêjî didomin. Ji ber vê yêkê jî em bi rêya vê mêhrîcanê dixwazin sansûr, astengî û zihmetî û qedexeyên li dijî sînemaya Kurdî tên avakirin heyanî ku ji destê me bê ji holê rakin. Ji bilî vê em dixwazin ev festîval bibe qada sînemagerên kurd ku bikaribin fîlmên xwe bidin nîşandan û berhemên xwe di serîde bigihînin temaşevan û sînemahezên kurd û hemû sînemahezan.
“Ev nêzî pênç mehe ku em xebatên vê festîvalê bi rê ve dibin. Di hilbijartina filîman de wek komîteya festîvalê me hin pîvan dîyar kiribûn. Bi gelenperî fîlmên ku di çarçoveya nirxên mirovahî, xwezayî û demokratik de hatine kişandin hatine hilbijartin. Bê guman hemû berhemên ku hatin şandin ji bo me girîngin û em spasdarîyê ji hemû derhênerên ku fîlmên xwe şandine mêhrîcana me re dikin.”
Di bernameya festîvalê de ji bilî nîşandana vê fîlmê di şeva yekem de wê konserek bê li dar xistin.
Di çarçoveya forûmekê de ji her qadên sînemayê, sînemagerên Kurd bên ba hevdû û li ser sînemaya Kurdî û pirsgirêkên wê nîqaş bikin.
Bernameya festîvalê wê paşê were aşkerekirin.