Rêber Hebûn
Islama siyasî a ku bi ricîma siyasî a netewî re hevbend e, li Sûrî de hemî simtên civakî kûr kirin, û sertî kiribû nanek î ji jiyanê re û sixêf jê re dibû ferhengkek e rêzimanî, û cîgirbûna çareseriyê bi kûrbûnî ve di rewşa lihevhatinek e avabûyî de ye li ser rûtbûna aloziyan û rawestandina li ser wê de .
Û civakên çevsênîbûyî ewa civakên yên diljêçûnê kedî dikin û mîna newxweşiyên pejîk vediguhêzînin, û em vê yekê li deverên yên ku ricîmên serkotker têde hene dibînin, cureyê ramandinê li cem takes yên ku saziyên perwerde, fêrkirin, û xuristiya ricîma malbatî piştrast dikin, em civakên çewsandî dibînin bêhtir meyldarê sertbûn û girtinheviyê ne bi awayekî têkçûyî, û sedemên vê yekê vedigere ji sitemkariya rêxistina siyasî û gendeliya wê ye û herwiha gendeliya şaxên perwerde û hînkirinê.
û Eristw dît ku sedemên cengê vedigerin ji ramana girtinhevî û bihevketinê di henasê mirov de li rex cîgirbûna vê xwestekê di cîgeha civakî de,û dewleta serkotker bi vê yekê rabû û serket, û herwisa divê em bînin ziman li ser ew kesên sûdkar ji hişmendiya girtinhevî û bihevketinê û kedîkirina wana, cîgirkirina wan ta bibin e destika serdestbûn û zorkariyê, û bi lez jî dibin jêdera terorê û jihevkirinê bi taybetî di dema cengên navxweyî de, û sînor dibin rewrewk , û bi temamî vedibin ji bo rê vekin ji dewletên herêmî yên kêlek ji bo destwerdana dewleta ku li ber sekretê de ye bikin, û çek ji her alî ve tên û çetîtî dibe rewşek e sirûştî, û civakan meyldarî tevgerên komikên biçûk dibin di dan û standinên xwe yên rojan e de, bi nediyarbûna dadmendiya saziyê an yaseyên piştgir bi hêza ricîma siyasî ve, ew dikare vê valahiyê dagre û jiyanê vegerîne di dema xwe ya berê.
Û wekî ku dawiya çi pevçûnê aştbûn e , ji ber vê yekê tê gotin ku lihevhatin serwerê biryaran e, û herwiha erncamê cengê eger çendîn dirêj bike ewa bervehatin e ji aştî re, lê ev tişt radiwest e li ser hêza ku meyldarî yek ji aliyên zorengê tê,lê êş rastî bêguneh û sivîlan tenê tê.
Û Can Cak Roso dibîne ku xuristiya gerdûnê pêdiviya xwe heye bi hebûna zorengên timî , ango wê cihên fereh hebin ji zayîna roman û berhemên hunerî û ramanî ve, ji ber ku afirandin ji cengê jidayîk dibe, û raman ji zorengan dizê, wek ku Tomas Hubz dibîne ku rewşa sirûştê ewa cengek î timî ye, ev şîrove dike heyîna awaz û hunerên din, û ev min dighîne bi awayekî ramanî bi hebûna vê zorenga sert di navbera hêzên afirandin û hêzên malgirtina siyasî a qezencî de, tevî kedên xaziyan li ser berferehbûnê tîr dibin, û serdestkirina li ser mîrnişîn , mal û milletan û tevlîkirina wana ji neqşeyê xwe yên fereh re.
Lê kedên zanyaran kom dibû ji bo avakirinê û çêkirina tiştê ku hatibûn e armanckirin mîna dîtinek e şaristanî, hewilda timî ku mirov rabike, tevî ceng û pevçûnên rodayî yên bandor kiribûn e li ser komên nirxên yên ku xelk û bêgunehan pê bawer bûn e , yên hevsaniyê ji xwe re kirin e rêbaz û jiyanê bi şiyarî xwestin e , bê desberdan û rapirî, di peyketina bi dû xweşiyan û hewildana wê bi çavekî birçî.
Û rewşa rojavayê Kurdistanê dema hêzên ricîma Sûrî jê vekişiya bû sehneyekê ji zorenga heyînê di navbera lawên welêt û komên tundirew , û ev girtinhevî bû gengeşeyek e wêjeyî zanînî , zemînên bingehîn amade kiribû ji rabûna civaka kurdistanî û pêşengiya wê di rûbirûbûna tundirewî û nexweşiyên takesî yên jê hatin, û rol hatin dabeş kirin bi awayekî xwegêrî, ji ber tundirewan kom dibin hemî di yek xelekê de û di nav wana de yên ji cudabûnên ragehî destikekê bikar tînin ji bo gunekarîkirina sertbûnê.
û ev tişta di ser komên din de pêktê , û xelk bihaneyan tune nabînin ji bo derî ji wan re vebe ji bo gurkirin û girtinheviyê , û bi hebûna hatinên diravî û gurkirina ragihandî , ev zoreng berdewam dibe ji bo gurkirina navçeyê û anîna çekan, û armanc jê serdestbûna li ser hatin û xêran e, û dûbare dabeşkirina rol û erdan e, ji ber nûkirina zorengên olî û dûbarekirina vejînbûna wê li paş wê bi xurtî Tirkî û Îranê radiwest e, û ew berzkirina xewinên kujer di malgirtina navçeya a derdê temarek e zanînî dikşîne.
Û heta ku pêvajoya çekan berdewam be, û qezenc pêkbên, û bazirganên çengê tiştê dixwazin wergirin, divê bajar wêran bibin, û divê mirov bimre, wisa beravêtin û alozî çêdibin, ji bo kûr û binyad bibin, ta beranberî wê bangeşpêçên mafê mirovan û ewlehiya navdewletî rabin, û giyanê ragehî û Islamnetewî cîgir bibe ji berjewendiya hejandina nirx û parçebûnên wêna , ta em pêlên derbideriyê bibînin bi encamê wêrankirina mal û xaniyan bi ser xelkên wêna ve, û çêwirandina mirovê destboş û dorpêçkirina wî , ta pariyê nên ji dest wî bê girtin.
Ev hemî li pêş çavê cîhana sivîlbûyî, tundirew ji her cihî tên ji deverên cîhanê , û ji Turkiya ve derbas dibin, û paseporta xwe li wir pencemor dikin, û bi rêyên sînorên yên ji çûn û hatinên wana re vekirî derbas dibin, ev hemî ji bo qirkirina gelê kurdistanî , û jêbirina hebûna wî ji neqşeyê, ji berjewendiya balabûna Tirkî bi bihna xwe ya Islamî , ji ber ku çarenûsên ku bi hibirê hatibûye nivîsîn ti cih ji pêkanîna wê re nîne, di rewşek e lawaz wêranî û xirabiya rewşê dibîne, ta demukrasî bibe xewinek î sexte, û mafên binpêbûyî bibe bangeşpêçek e li ber bê daliqandî, û çêkirina pîlanan bi navê parastina penaberan tên e kirin, û wan li malên yên xelkê wêna yên resen qewitandin e tên e bicîkirin, mîna Efrîn, Serê Kaniyê û Girê sipî, beranberî Xoteya Şamê, bi pîlanek e Rûs û Tirka ve, û wisa jimarên gezencî tên e kirin yên girêdayî bi desthilatiyê ve li ser hesabê qurbaniyan, derxistina xelkê ji malên wana , bombebarankirina wan bi bermîlên teqemeniyê, dizî û talankirina mal û milkan, û ta em destêkelkirina navdewletî aşkere bibînin ji berjewendiya kujerbûnê yê li ser hatiye lihevanîn, ji ber vê ev tişt li cem civakê de nefretek e bi rêk bû pêk û çavsoriyek e rêbazbûyî afirand, wê dibe ji kenarê tolê li kenara serhildana dirindî yê ji encamê bêdengiyek e bi dirûnên ji rêsandina pindepîrê ve lozbûyî encam dide.