3 gundîyên Efrînê hatine revandin

Çekdarên ser bi Tirkîyê 3 gundîyên Efrînê revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Mihemed El Fatih bi armanca standina pereyan, 3 welatî ji gundê Memila yê navçeya Reco bi tometa ku pêwendîya wan bi Rêveberîya Xweser re hebûye, revandin.

Wê rêxistina mafên mirov navên kesên hatine revandin dîyar kirin: Çîçek Îbrahîm Çirto, Elî Mihemed Îbrahîm û Elîyê Kêlê.

Ji alîyekî din ve jî wê rêxistinê ragihand, hejmarek ji çekdaran ji duhî nîvro ve agir bi daristana nêzîkî gundê Berava yê li navçeya Şera xistine û ew agir heta nîvê şevê vêketibû, piştre ji alîyê tîmên agirkuj ve hat vemirandin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e