3 hunermendên Rojhilatî li Hewlêra paytext pêşangeheke wêneyan vekirin

.

Di pêşangeha wêneyan de ku ji aliyê 3 hunermendên Rojhilatî ve li Hewlêra paytext hat vekirin de, berhemên girêdayî xweza, bedewî û kevneşopiyên kurdan hatin pêşandan.

Sê hunermendên Rojhilatê Kurdistanê (Rojhilat) îro Sêşemê bi hevkariya Rêveberiya Hunerî ya Hewlêrê li Galeriya Medya ya Hewlêrê pêşangeheke koma wênesaziyê vekirin.

Di pêşangehê de berhemên têkildarî xweza, bedewî û kevneşopiyên Kurdan tên nîşandan.

Yek ji hunermendên beşdar Cemîl Aram Qubadî ji K24ê re axivî û got, me li gel Parşîn Soma û Sumaya Şiman Muradî komek tabloyên xwe ji Rojhilatê Kurdistanê anîne Başûrê Kurdistanê.

Cemîl Aram Qubadî derbarê mijarên tabloyên ku hatine pêşandan de wiha got: “Berhemên me yên hunerî madeya xam e ji bo ronîkirina zehmetiyên ku li gundan dijîn. Ev wêneyên rastîn ên jiyana gundewarî ne."

Wezîrê Perwerdeya Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd, Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî Ferheng Gaffur û Rêveberê Hunerê Azad Laşkerî beşdarî pêşangehê bûn.

Pêşangeh wê du rojan berdewam bike.

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e