Dezgeha Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye, duh êvarê 16ê Nîsanê karwanekî kolberên kurd li zozana Kanî Xudê ya bajarê Pîranşarê, ji ber sermayê qefilîn.
Li gorî agahiyan, 3 kolberên kurd ji ber sermayê canê xwe ji dest daye û 2 kolberên din jî ji aliyê welatiyan ve bi birîndarî hatin rizgarkirin.
Navê wan kolberên ku can dane, ev in: Husên Şemzade xelkê gundê Kanî Eşkewt (Pîranşar), Sîrwanê kurê Mam Ewla, xelkê gundê Musalan (Serdeşt), Yûsif Destûrî xelkê gundê Şînawê (Pîranşar).