30 bazirganên Herêma Kurdistanê li Çînê mane

Bazirganekî Herêma Kurdistanê ku niha li Çînê ye, behsa serkeftina wî welatî bi ser vîrûsa koronayê de ‎dike û dibêje, take nehênîya serkeftinê karantînekirin û ew bû ku welatî ji mal derneketin.‎

Navenda Nûçeyan - Bernameyê Bi Dema Duhokê taybet bû bi tedbîr û çawahîya zalbûna bi ser vîrûsa koronayê,  Nizar Samî Doskî ku bazirganekî Kurd e û niha li Çînê ye, bi rêya Skaype beşdarî bernameyê bû û got: “Sedema serkeftina Çînê bi ser vîrûsa koronayê de karantînekirin û ew bû ku welatî ji mal derneketin, ji destpêka derketina vîrûsê ve em li nav malên xwe man û derneketin.”

Derbarê jîyana wan bazirganên Kurd de ku niha li Çînê ne, Nizar Doskî got: “Hejmareke zêde ya bazirganan çûn û hatina Çînê dikin, lê ji ber wêya ku meha yekê li wî welatî betlane ye, berî derketina vîrûsê piranîya bazirganên Kurd vegerîya bûn, niha nêzîkî 30 bazirgan li vî welatî mane, haya wan ji hev heye û di peywendîyê de ne, tendirûstîya hemûyan baş e û kes ji me bi koronayê neketine.”

Wî bazirganê Kurd amaje bi wê yekê jî da ku ligel derketina vîrûsê, xelkê Çînê gelekî pabendê biryar û rênmayîyan bûn û got: “Em çend rojan carekê tenê pênc deqeyan diçin derve bo kirîna pêdivî û xwarinê, vê jî wiha kirîye ku hejmara kesên pê dikevin di rojekê de daketîye kêmî 25 kesan.”

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!