Ji ber şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê, di nava 30 salên derbasbûyî de çendîn navçe hatine mayînkirin. Piştî ku li parêzgeha Dêrsimê du zarokan ji ber madeyên teqemeniyê canê xwe jidest dan, metirsiya li ser canê xelkê dîsa ketiye rojevê.
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, teqemenî û paşmayên şer bûne gef li ser jiyana welatiyan. Di dema borî de piştî ku du zarokan bi teqîna mînekê canê xwe ji dest dan, metirsî û mijara paqijnekirina navçeyê ji mînên vedayî û paşmayên şer, careke din ket rojevê.
Li parêzgehên Dêrsim, Agirî, Erdexan, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Amed, Dîlok, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê û Hataya Tirkiyê bi giştî li 3 hezar û 174 navçeyan mînên vedayî hene, ku rûberekî 214 milyon û 732 hezar û 307 metre çarkoşe li xwe digire.
Derbarê mijarê de Serokê Şaxa Dêrsimê ya Komeleya Mafên Mirovan Gurbuz Solmaz dibêje: "Li navçeya me ji ber teqîna mînên vedayî û bermayên şer, li gor amarên li ber destê me ji sala 1993an ve û heta niha 12 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û 4ê din jî birîndar bûne. Yek ji birîndaran jin e. Di nav wan kesan de ku canê xwe ji dest dane 6 zarok in. Bêguman ev buyerên diltezên di vê dema dawî de bi taybetî piştî teqîna bajarokê Plûrê, careke din mijara paqijnekirina navçeyê ji mînên vedayî û teqemeniyan ketiye rojevê."
Hûseyin Ali Kaçar ê 47 salî, 24 sal berî niha dema şivan bû ji ber teqîna mîneke vedayî li derdora bazgeheke artêşa Tirkiyê, lingê xwe yê rastê ji dest daye. Navbirî behsa serpêhatiya xwe bo Rûdawê dike û dibêje, ji wê rojê ve û heta niha bi lingekî çêkirî jiyana xwe didomîne.
Li gor amarên fermî, li seranserê Tirkiyê milyonek û 101 hezar û 389 mîn an mayînên vedayî hene û ji wan 839 hezar mînên take kesî û 164 hezar û 797 mînên antî-tank in. Hejmara teqemeniyên bermayên şer jî ku li navçeyê hene nayê zanîn. Tenê li sînorê parêzgeha Dêrsimê zêdeyî 10 hezar mîn û teqemenî hene.