Îro (22.10.2017) 32 partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo gotûbêjkirin û nirxandina rewşa Kurdistanê piştî êrişên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bo ser Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên din li Hewlêrê civiyan û daxuyaniyek hevbeş belav kirin.
Di vê daxuyaniyê de, her 32 partiyên siyasî ji tevahiya pêkhateyan dan xuyakirin: Em van êriş û biryarên Iraqê bi nedestûrî û nedemokratîk û li dijî mirovatiyê dizanin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve têne redkirin, ev kirdarên sebazî yên Iraqê nabin defakto û demkî ne.
Naveroka daxuyaniyê bi vî awayî ye:
-Hemû aliyên siyasî tekezî li ser yekrêzî û yekdengiya hemû hêz û aliyên siyasî yên li Kurdistanê kirin û ji bo serkeftin û çareserkirina pirsgirêkan vê yekê weke zemîn dizanin.
-Em bi tundî êrişên serbazî û biryarên siyasî û aboriyên hikûmeta Iraqê, ku derheqê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêmê hatine encam dan, şemezar dikin û red dikin. Em van êriş û biryarên Iraqê bi nedestûrî û nedemokratîk û li dijî mirovatiyê dizanin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve têne redkirin, ev kirdarên sebazî yên Iraqê nabin defakto û demkî ne.
-Em bersivê didin banga civaka navnetewî û hevalbendên xwe em amade ne tevahiya pirsgirêkan bi rêya guftogayan çareser bikin û em her tim ligel wê yekê bûne. Lê mixabin aliyê Iraqê mantiqê serbazî ji xwe re hilbijartiye. Ji ber vê yekê jî em niha amade ne dest bi diyalogên bê merc û li gorî destûr û dûr ji siyasetên ferzkirinê bikin. Divê Iraq di çarçoveya naskirina mafên Kurdan de bê li ser maseyê gotûbêjan û ji bo vê mijarê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûneritiya gelê Kurdistanê dike.
-Em weke aliyên siyasî bi tundî her hewldanên dixwazin du rêveberiyê ji nû ve zindî bike red dikin. Pêwîst e Herêma Kurdistanê bo her guftogoyên bi hikûmeta Iraqê re bê encamdan yekgirtî be.
-Giştpirsî mafeke destûrî yê gelê Kurdistanê ye û em dev ji vê yekê bernadin û divê Iraq û civaka navdewletî ji ber wî mafî gelê Kurdistanê ceza neke.
-Em li vir ji medyayên bi ser partiyên siyasî û tevahiya dezgehên medyayî daxwazê dikin ku xwe ji zimanê xirab û nehênî dûr bixin. Pêwîst e nûçe û bûyeran bi rastî veguhezînin û aştiya civakî û yekgirtiyê biparêzin.
-Em li vir ji medyayên bi ser partiyên siyasî û tevahiya dezgehên medyayî daxwazê dikin ku xwe ji zimanê xirab û nehênî dûr bixin. Pêwîst e nûçe û bûyeran bi rastî veguhezînin û aştiya civakî û yekgirtiyê biparêzin.
-Em di dawiyê de slavên xwe pêşkêşî giyanê pak ên tevahiya şehîdên Kurdistanê û taybetî yên li Kerkûk, Xurmato û Xaneqîn dikin. Em têkoşîna pêşmergeyên leheng ên Kurdistanê bilind dinerxînin û em rêzê ji wan digirin. Em silavên xwe pêşkêşî xweşk û birayên me yên bi zora hêzên iraqê koçberbûnê re jî dişînin.
-Di dawiyê de îradeya gelê Kurd dê bi serbikeve û ti hêzeke nikare mafên Kurdan tune bikin
1- Partî Dîmukratî Kurdistan
2- Yekîtî Niştimanî Kurdistan
3- Hizba Şû'î Kurdistan
4- Yekîtî Netewî Dîmukratî Kurdistan YNDK
5- Hizba Zehmetkêşên Kurdistan
6- Hizba Sosyalîsta Dîmukratî Kurdistan
7- Partiya karkir û Rencderên Kurdistan
8- Tevgera Dîmukratî ya Gelê Kurdistan
9- Yekgirtûya Islamiya Kurdistan
10- Partiya Parêzgarên Kurdistan
11- Hizba Pêşketinxwaz ya Dîmukrat a Kurdistan
12- Tevgera Rizgarî Dîmukratî Kurdistan
13- Tevgera Aştîxwazên Kurdistan
14- Partiya parêzgarên Dîmukratî Kurdistan
15- Partiya Netewî Kurdistan
16- Tevgera Hevgirtina Siryanî
17- Hizba Dîmukratî Bêt Nehrên
18- Yekîtî Bêt Nehrên a Niştimanî
19- Hizba Dîmukratî Kildanî
20- Encûmena Netewî Kildanî
21- Rabîta Kildanî ya Cîhanî
22- Hizba Niştimanî ya Aşûrî
23- Tevgera Kiristiyanî Dîmukratî ya serbixwe
24- Partiya geşepêdana Turkman
25- Partiya Dîmukratî Turkman li Kurdistan
26- Komela Lîbralî Turkman
27- Komela Rewşenbîrî Turkmanî li Kurdistan
28- Partî Niştimanî Turkman
29- Yaneya Oçaxî Turkman
30- Tevgera Dîmukratî Turkman
31- Partiya Çaksazî ya Turkman
32- Bereya Rewa ya Turkmanî