33 kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranin

33 ciwanên sosyalist ên 4 sal berê di komkujiya li Navçeya Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, li ser gorên xwe û gelek navendan hatin bibîr anîn


33 ciwanên sosyalist ên 4 sal berê di komkujiya li Navçeya Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, li ser gorên xwe û gelek navendan hatin bibîr anîn. Di bîranînan de diyar kirin ku wê tekoşîna edaletê berdewam bikin û xwestin kujeran ji bîr nekin. 
 
 
Malbatên 33 ciwanên ku li navçeya Pirsûsê 4 sal berê di êrîşa DAIŞ'ê de hatin qetilkirin û parazvanên mafên mirovan li pêş Navenda Çandê ya Amara ya navçeya Pirsûsê û li ser gorên ciwanan ew bibîr anîn.

Li Amed, Riha, Stenbol, Edene û Îzmirê jî ji bo bîranîna 33 ciwanan daxuyanî hatin dayîn. Ciwanên sosyalîst Ece Dinç li Goristana Karacaahmet, Nazegul Bahar Boyraz li goristana Kuçukyalî, Duygu Tuna, Cemil Yildiz û Îsmet Şeker li Goristana Gazî, Vatan Budak li goristana Karlitepe, Polen Unlu û Hatice Ezgî Sadet jî li Goristana Ihlamurkuyu , Buşra Mete li Goristana Şeyhlî û Alper Sapan jî li Goristana Kurtkoy yên Stenbolê ji aliyê sedan kesan ve hatin bibir anîn. 
 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne