34 welatan cixareyên elektronîk qedexe kirin

.

 Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand 34 welatan bi awayekî fermî bikaranîn, firotin û hinardekirina cixareyên elektronîk qedexe kirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di daxuyaniyeke xwe de ragihand herî zêde li Amerîkayê bikarhênerên cixareyên elektronîk hene ku tenê li 5 eyaletan qedexe ye: California, Massachusetts, New Jersey, New York û Rhode Island.

Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom bangî welatan kir ku ciwanan kontrol bikin da ku ji xetereyên cixareyên elektronîk, nemaze alûdebûnê dûr bikevin.

Li gorî Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan a Amerîkayê, ji sedî 8ê xwendekarên lîse û dibistana navîn cixareyên elektronîk dikişînin ango nêzîkî 2.1 milyon xwendekar.

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn