Duh 37emîn salvegera koça dawî ya sînemakar, hunermend û şoreşgerê Kurd Yilmaz Guney bû.
37emîn salvegera koça dawî ya sînemakar, hunermend û şoreşgerê Kurd Yilmaz Guney e. Guney ji ber darbeya 1980ê ya Tirkiyê ji hemwelatiya Tirkiyê hatibû derxistin û ew koçberî paytexta Fransa bajarê Parîs bûbû û li wê derê koça dawî kiribû û cenazeyê wî li wir bo axê hatiye spartin.
Yilmaz Guney di sala 1937an de li gundê Yenîceyê ya bajarê Edenêyê ji dayik bûye. Ew yek ji 7 zarokên malbateke karker e, bi eslê xwe Kurd e.
Guney dibistana seretayî û ya navîn li Edeneyê xwendiye. Ew hêj di 9 saliya xwe de dibe karker û dest bi karê komkirina pembo dike. Lê dest ji xwendinê jî bernade. Li Enqerê zanîngeha hiqûqê dixwîne û li Stenbolê jî beşa aborî.
Di salên xwendinê de çîrokan û senaryoyan dinivîse. Ew li ser trajedî û drama gelê xwe radiweste. Di dema xwendina xwe de senarîstê Tirk Atif Yilmaz nas dike.
Di sala 1957ê de dadgehê ji ber karên siyasî derbarê wî de 7 sal û nîv cezayê zîndanê û 2 sal û nîv jî cezayê mişextê birî. Dadgeha temyîzê biryarê hildiweşîne dike sal û nîvek zîndan û 6 meh jî cezaya mişextê.
Yilmaz Guney ji ber vê sedemê dibistanê naqedîne. Guney dibêje “Dibistana min pirtûk in, sînema ye, girtîgeh e, qanûnên jiyanê yên tund in, zextên civakî ne, xayîntî ye û mêrxasî ye. Mamosteyê min jî jiyan e."
Wî di navbera salên 1957 û 82ê bi dehan fîlm amadekirin û di dehan fîlman de jî beşdarî kir.
Ew, di sala 1972an de careke din bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan.
Yilmaz Guney, di 9 îlona 1984an de, hêj 47 salî, li Fransayê koça dawî kir.
Derhêner û sînemakarê Kurd di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giranbuha li dû xwe hişt. Wî di fîlmên xwe de, bal kişand ser tengezariyên jiyana gelê Kurd.
Fîlma Yilmaz Guney a bi navê Yol (Rê) jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982an de, bi fîlma 'Wenda' ya rejîsorê Yûnanî Costa Gavras re, xelata Palmiyeya Zêrîn parvekiribû.
Yilmaz Guney, berî mirina xwe di axaftineke xwe de li ser rewşa Kurdan û Kurdistanê wiha gotibû: “Em vê qederê red dikin! Em naxwazin bibin zarokên welatekî bindest ê ku ji çar aliyan ve hatiye dagirkirin; em dixwazin bibin zarokên welatekî azad, serbixwe û yekgirtî. Em dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe stranên evînê û azadîyê bibêjin. Û em dixwazin li warê xwe, li bin alaya xwe, azad û serbixwe bijîn.”