Hevserokê Şaredarîya Mêrdinê Ahmed Turk îro (17.11.2016) ji şaraderîyê hat dûrxistin di şûna wî de walîyê Mêrdînê Mustafa Yaman qeyyûm tayîn bû. Herweha şaredarê Wanê Bekir Kaya jî îro hat desteserkirin û di şûna wî de walîyê Wanê wek wekîl hat tayînkirin.
Bi girtina şaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan cigîrê walîyê Sêrtê Ceyhûn Taşkin û bi girtina şaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bul cîgirê walîyê Dêrsimê Olgun Oner qeyyûm hatin destnîşankirin. Ev herdu şaraderên bajaran di 16ê Mijdarê de hatibûn girtin û mahkeme ew tewqîf kiribûn.
Di hilbijartina şaredarîya 2014ê de 11 bajarên ku; Dîyarbekir, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Batman, Heqerî, Bîtlîs, Dersim, Şirnex, Igdir, Agrî DBP qezenckiribû tenê îro ji wan 3 şaredar; Bitlîs, Igdir û Agirê ji alîyê şaraderên partîyê ve dihên birêvebirin.
Îro 36 hevşaredarên DBP girtî ne; yên ku ji kar hatine dûrxistin 38 in. Di derbarê 7 heserokên şaradaran de jî biryarê girtinê hene.
Ji 106 şaraderên DBP ku qezenc kiribû 33ê ji wan qeyyûm hatin tayînkirin.
Her weha hat ragahandin ku Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek îro li Şirnexê hatîye desteserkirin. Hevseroka din Sebahat Tuncer berê hatibû girtin.